Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çarşiya silîva] de;

1. navê pirtûka mehdî zana ye
pirtûk 187 rûpel e û mehdî zana di vê kitêbê de bîranînên xwe yên nabvera salên 50 û 75'an radixe pêş..

min do êvarê dest bi kitêbê kir, wexta meriv dest pê dike di rûpelên ewil de hestyar dibe, ji ber ku zana rasterast qala salên xortaniyê nake beriya wê behsa xwe û leyla zana dike û dûre derbasî bîranînan dibe. mehdî zana di darbeya leşkerî ya sala 80'î de dikeve hepsê û leyla zana têt serdana wî. zana 11 sal di hepsê de dimine, wexta ji hepsê derdikeve hingê leyla zana dikeve hepsê û vêca mehdî diçe serdana wê, piştî demekê mehdî zana cardî dikeve hepsê û di heman hepsê de dimînin....

bi kurt û kurmancî mehdî zana behsa salên xwe yên xortaniyê û behsa silîva yanî ferqînê kiriye..
not: kitêb bi zimanê ferqînî hatiye nivîsin*



06.01.2017 11:36 ~12:02 | ferhenga şikestî