Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [umoja] de;

1. di dewleta kenyayê de navê gundek e..
taybetiya vî gundî ev e ku bi tenê ji jinan pêk tê, belê belê di vî gundî de bi tenê jin dijîn..

gund di sala 1990î de ji hêla rebecca lolosoli'ê hatiye avakirin
di vê salê de 15 jin rûbirûyî destdirêjiya leşkerên îngîlîzan mane û giş rastî tecawizê hatine. û ew 15 jin çûne cîhûwarekî ji xwe re wek stargehekî gundek ava kirine ku heta aniha jî hemî jinên ku rastî tacîz, tecawiz, sineta jinan, tundûtûjiya nav malbatê hwd.. hatine û têne, di vî gundî de nîştecih dibin.

rebecca xanim rojkî di gundê xwe de ji jinan re behsa mafê rewa yê jinan dike û ji hêla çeteyekê ve rastî êrîşekê têt û ji wê bobelatê şûnde ev fikra avakirina gundekî vî rengî di dilê wê de peyda dibe..

aniha di gundê jinan de 47 jin û 200 jî zarok dijîn, debara xwe bi turîzmê dikin, wexta turîst tên gundÊ wan beriya ku bikevin nava gundî ji wan pereyek digirin û di gundê xwe de zêr û ziber difroşin
nîştecihên ango jinên vî gundî hê jî li ser mafê jinan çalakiyan dikin û li gundên derûdora xwe digerin û ji jinan re behsa mafê jinan dikin.


rebecca lolosoli
Here lînkê

çavkanî Here lînkê



24.01.2017 15:11 ~2017.01.25 10:29 | ferhenga şikestî