Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îqbal masîh] de;

1. îqbal di sala 1983ê de li bajarê muridkeyê de ku bi ser pakîstanê ve ye hatiye dinyayê
wexta çar salî bû malbata wî ew ji bo xebatê firotiye
malbata îqbalî ji xalîçefiroşekî 600 rupî (7.42 dolar) deyn digire û dûre nikare deynê xwe bide, loma li beramberî vê deynê zarokê xwe ji bo şixulê wek êsîr dide.
tê zanîn ku îqbal di çar saliya xwe de dest bi xebatê dike loma jî laşê wî ro bi ro dirûxe.

îqbal di hefteyê de 7 roj û rojê de 14 saet di wî temenê xwe de dixebite û di rojê de 3 sent didin wî
di deh saliya xwe de pê hay dibe ku dadgeha bilind a pakîstanê xebata dîl û êsîran qedexe kiriye û bi vê pêhaybûnê ji cihê şixulê direve lê polês wî pêdigirin û paşde dibin karîgehê. û dîsa direve û tevlî eniya rizgariya kedkarên êsîran a pakîstanê dibe.
ji bo xebatkarên zarokan gelek caran tevlî çalakiyan dibe û gelek gotar dide
piştre dest bi dibistanê dike û xwendina çar salan ew di du salan de quta dike.
jiyaneke tekûz dijî û ji bo zarokan mînakeke zêrîn e.
qedera gelek zarokan diguherîne û wan azad dike.

îqbal di sala 1995ê de wexta dihere amerîkayê di 12 saliya xwe da bi suîkastekê têt kuştin..

Here lînkê



01.02.2017 13:41 ~13:43 | ferhenga şikestî