Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hewaya stembolê] de;

2. di rastiya xwe de hewaya stenbolê gelek baş e lê ji ber ku ew bajarekî mezin û qelebalix e, du dilopên baranê yan jî berfê dike ku jiyana rojane ya bajariyan jehr û ziqqum be.
wexta ez li stenbolê bûm; di navbera mala min û karîgeha min de bi qasî 30 deqe dirêjiya rê hebû, lê dema befr bibariya ew 30 deqe dibû saet û nîvek.
hewaya stenbolê xweş e, sermaya wê canê merivî naêşîne, nêma stenbolê jî li gorî navçeyan guherbar e, bi qasî ku tê bîra min meriv dikare bi havînan jî di kêliyên herî germ ên rojê de bigere. germa wê jî sermaya wê jî zêde tûndûtûj nîn e.
wek min hevoka ewil de got, hewaya stenbolê xweş e lê wek bajar stenbol ne xweş e



13.02.2017 10:59 ~11:10 | ferhenga şikestî