Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [eydên berê] de;

3. eyda ewil kêngî hatiye pîrozkirin nizanim lê belê teqez di eyda duyem de ev xwezî dest pê kiriye.
dema ez zarok bûm eyd pirr xweş bû, eydên wan rojan ku li min xweş dihatin ji xal û xaltî û malînên dî ên mezin re xweş nedihatin, kurtepista wan a ax ax ka eydên berê dihatin guhê min.
eydên ku ji xal û xaltiyên min re xweş dihatin ji pîr û kalê min re xweş nedihatin, eydên ku ji pîr û kalê min re xweş dihatin ji dêûbavê wan re xweş nedihatin welhasil em dikarin vê pêvajoyê heta eyda duyem dirêj bikin.



24.06.2017 00:32 | ferhenga şikestî