Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stockholm] de;

7. hin peyv hene ku gava mariv dibihîse xembariyek ecêb, hestek biyanî mariva dipêçe.. mesela radyoya yêrîvanê. gava ku vê peyvê reben tê guhê min eger wê demê pirr baş bim jî bayek wek ji sîbîryayê hatibe min dîl digire û ez di axaftina xwe de diterpilim ji wan peyvan yek jî Stockholm e.. gava dibêjim Stockholm, di heman demê de peyvên wek nêçariya kurdan, belengazî, hêjarî, wêran û talan, penaberiya bêveger, giranbûna kurdbûn hwd...

Stockholm paytexta kurdan ya dîasporayê ye kurdên ji bakur edebiyata xwe ya nivîskî di Stockholmê de afirandine entelîjansiya xwe li wir peyda ava kirine bandora wê hê jî didome çawa ku kurdên me di rojê de saetek tenê stranên xwe dikaribûn godarî bikirana û ew saetek dikaribûn bi salan bandora xwe nîşan bide Stockholm jî ji bo edebiyatê wisa ye..



25.01.2014 20:50 | ferhenga şikestî