Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [moda] de;

1. qerexa kadikoyê ye.
meriv dikare bêje kadiköy li stenbolê yek jê navçeya herî xweş û pêşketî ye, nexasim ciwanên xwenda heyranokên kadikoyê ne
li kadikoyê bi navê modayê li hêla başûrê rojavayê ve qerexeke gelek xweş heye wexta cara ewil ez çûm li wir min got qey ez di taxeke awropayê de me. her kes bi gorî dilê xwe tevdigere, aniha çawa ye nizanim lê heta du sal berê jî cihê herî serbest û azad a stenbolê bû bi taybetî jî wexta meriv ji vê qeraxê ber bi kurbağalı dereyê ve diçe di dawiyê de atmosfereke pirr xweş heye. hama bêje her hefte du sê car ez diçûm û li ser wan kevir û zinaran li gel hevalan rûdiniştim. carinan heta nîvê şevê ranedibûm



13.12.2017 15:37 | ferhenga şikestî