Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurbağalı dere] de;

1. li stenbolê navê çemekî ye
ez ne şaş bim ev çem ji umraniyeyê dest pê dike û tê kadikoyê û ji wir jî diherike behra marmarayê
çemekî pirr qirêj e, ev bû 60-70 sal in qirêj e, her kî hatibe desthilatdariyê paqijkirina evî çemî piştguh kiriye.
cara ewil min pirr meraq dikir bê ka bi rastî jî bêhna wî ewqasî genî ye? hevalekê gotibû nebî tu di ber re derbas bî lêê ez çûm. wexta meriv ji hasanpaşeyê ber bi stada fenerbahçeyê dihere li ser vî çemî pireke piçûk heye ez jî çûm ya starrr min di jiyana xwe bêhneke wilo genî û kirêt û pîs bîn nekiribû. zûzûka jê reviyam.

her sal tê gotin ku dê bête paqijkirin lê welhasil paqij nabe, du sal beriya aniha şaredariya stenbolê dest bi paqijkirinê kiribû lê bi qasî ku min bihîst dûre dîsa qirêj bûye



13.12.2017 15:45 | ferhenga şikestî