Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çêkirina erebeyan û tirkiye] de;

10. afirandin an çêkirin an jî hilberandina her cure erebeyan ne tiştekî zehmet e, li dinyayê bi sedan marqayên erebeyan hene, lê hûn navê çend heban dizanin? yan jî li van erdan çend marqa hene?
wek li jor jî hatiye gotin di erebeyekê de ji deh hezar heta sî hezar parçeyên cuda hene. lazim e tu wan hilberînî dûre arge bikî dûrê erebeyek hilberînî ku di bazarê de karibe li ser piyanî bisekine. yan na koka wê zirar e.

aniha alman, japon, îtalyan, fransiz... hwd bi sed salan zêdetir in ku erebeyan hildiberînin, lê ev dewlet hatiye dibêje emê erebeyek çêkin.. ka aqil?
îroj li tirkiyê doktorek naçe fiat nastîne, dihere vw, bmw, audî distîne, mamosteyek dihere toyota, ford, opel distîne çima? ger perê te têrê bike tu fiat nastînî lê li tirkiyê herî zêde fiat tê firotin, çimkî tevî nebaşbûna wê gelek erzan e li gorî marqayên dî. divê tu erebeyek wisa baş çêbikî ku hem ji fiatê baştir be hem jî hindek jê erzantir be, ger ji fîatê baştir nebe jî divê pirr zêde erzan be an na tu li tirkiyê jî nikarî bifroşî. dev ji awropa û asyayê berde.

hemî marqayên erebeyên êdî dikin ku derbasî elektrîk an hybrîdê bibin lê ev baqilên me hê nû erebeyên bi benzîn an mazot wê çêkin! tew mala minê!



23.12.2019 00:04 ~00:06 | ferhenga şikestî