Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teraliya xwendinê] de;

1. du cure însan hene. yên hej ji xwendinê dikin û yên hej ji xwendinê nakin.
mijara me ew kes in ku hej jê nakin.
di nava hejekerên xwendinê de jî carûbaran giraniya xwendinê çêdibe
tu pirr hej ji xwendinê dikî lê hin deman canê te li te giran dibe hama nikarî rûpelek jî bixwînî.
ez aniha di vê rewşê de me ev bû du meh in min devê xwe nedaye kitêbekê
ji bo xwendinê ji merivî re motîvasyon divê.
min bala xwe dayê eger yer bi kurdî bixwînim ji kurdî, her bi tirkî bixwînim jî ji tirkî sar dibim.
yan jî mirov tim roman bixwîne ji romanê, tim jî li ser pirtûkên zanîstî, dîrokî...hwd bixwîne ji wan eciz dibe
loma divê mirov di xwendinê de jî ji xwe re lîstekeyek rengîn çêbike daku hîç eciz nebe



14.12.2019 15:30 | ferhenga şikestî