Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lepikên amelîyatxaneyê] de;

1. curekeye lepikan e ku ji bo pêşî li nexweşî û enfeksîyonan bê girtin hemî doktor û hemşîreyan berî operasyonekê van lepikan li destê xwe dikin.
di dinyê de yekem cara ji aliyê hemşîre caroline hamptonê ve hatiye bi kar anîn.

çîrokeke wê ya sosret heye
dibêjin dema doktor william stewart halsted dikeve ameliyatekê bi saetan operasyonên xwe xelas nake. lê neku di karê xwe de ne baş e, dil dikeve hemşîreyekê.
ji ber ku wê zêdetir bibîne operasyonê jî dirêjtir dike.
rojekî dibîne ku ji ber solusyonên paqijiyê yanî dezenfektasyonê di destên carolînê de nexweşîyeke dermatolojîk peyda dibe û piştî demekê êdî hew têt dikeve amelîyatan.
ev rewş bêhna dr. stewartî teng dike û piştre rasterast diçe lastîkfroşekî û cotek lepik dikirre û dide carolinê.
bi kurtasî ev cure lepik ji ber çîrokeke evîniyê hatiye îcadkirin*



15.12.2019 01:08 ~01:10 | ferhenga şikestî