Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [o ses turkiye] de;

3. Du salên ewilîn min temaşe kirin lê şûnde min dev jê berda. Bernameyên wî rengî bi pirranî bi tenê bi kêrê stranbêjên ku di cafe û baran de stranan dibêjin re têt. Lê belkî di dîroka Tirkîyê de belkî du sê kes ancax piştî pêşbirkê jî bi ser ketine û stran û albûman derxistine. Yên dî jixwe bi ser nakevin. Wek li jor jî hatiye gotin mesele ne ew e ku tu di pêşbirkê de bibî yekemîn eger tu afirînêr nebî û klamên baş neafirinî.
Ev pêşbirk ne şaş bim ji 8 salan zêdetir e heye lê piştî 8 salan tu yekemînek mayînde nebûye. Armanca vê bernameyê jî bi tenê show û pere ye. Armanc ne derxistina dengên baş û hunermendên baş e



15.12.2019 22:05 | ferhenga şikestî