Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nûdem hezex] de;

5. Gotina zimanzan nin e lê ji gelek zimanzanan baştir analîza zimanî dike gotineke populist e. Bandora sosyal medyayê ye. Çimkî zimannasî bixwe zanîsteke sosyal e. Wek zanîstên fennê rê û rêbaz û rêgez û pîvanên zanistên sosyal jî hene. Li hemî dinyayê di civatên pêşketî û gihayî de namûs û şerefa zanistîyê heye û derûdora akademîk a wan milet an netewan qedrê zanistîyê dizanin û hemî xebatên xwe li gorî rêzikên zanistîyê dikin lê mixabin dewletên di wek Tirkîyê de tu namûs û şerefa zanistî û îlmê nemaye. Kurd jî mixabin ji ber bandora tirkan meyldarî vê pergala jihevketî ne.
Li ser sosyal medyayê kes nikare bibe pisporê tiştekî ancax dikare bibe pisporê 'herbokolog' yanî pispor û zanayê 'ezhergûyîdizanim' lê mixabin tu her Gûyî nizanî. Ku tu zanibûya rewşa me ne ewqas kavil ba.

Ka ji min re nimûneyên serkeftî, baş û berî her tiştî zanistî yên xebateke vî camêrî bidin? Çend sal li ser zimên xebitîye? Çend gotar nivîsîne? Çend maqale nivîsîne? Çend Panel pêşkêş kirine? Çend ziman dizane? Etîmolojiya çend zimanan xitim kirine û xebatên xwe kirine kitêb? Eger bersiva te li ser van pirsan hebe û tu bi tenê nimûneyekê jî bidî min ezê lêborîna xwe bixwazim.

Meseleya spasê jî tezeke fantastîk e. Zimanê soranî Di warê bikaranînê de piştî şerê cîhanê yê yekemîn ket li pêşiya kurmancî. Berîya wê bi kurmancî gelek berhem hatibûn nivîsîn. Piştî ku li Tirkîyê Kirmancî qedexe bû kurmancî li paş a soranî ket. Min çima got? Çimkî mesela di berhemên Ahmedê Xanî de peyva spasê heye, her kî dibêje Spas ji soranî ketiye kurmancî nezanekî ji dera hanê ye. Ahmedê Xanî peyva spasê ji kîja berhema soranî wergirtiye? Bersiva camêr heye? Eger hebe bila aniha vê kêlîkê were û binivîse yan na heta hetayî hiş be!

Ne yek bi dehan helbestên rênas jîyan di devê xelkê de pelesenk bûne, Janya bixwe bûye berhemeke ikonik. Lê ji bo xwudê ca bêjin kîja helbesta nûdem beg di devê xelkê de ye? Çend helbestên serkeftî, ikonik nivîsîne?
Kes bila ji kîsê xelkê mêraniyê neke ger hebe delîla we werin binivîsin yan na ji avê erzantir tiştekî hebe ew jî devbelaşî ye.
Yê ku dibêje romana bîrê niza çi qasî serkeftî ye; ji kerema xwe bila krîtîk û analîza wê romanê bi pîvanên rexneya teknik û zanistî ya edebiyatê bike. Ez li bendê me. Hadî de kerem bikin?



09.02.2020 15:42 ~15:46 | ferhenga şikestî

1. nivîskarekî kurd e. derhaqê camêr de zêde agahîyên min tune ye lê li gorî pirtûkakurdîyê pênç pirtûkên camêr hene ku di malperê de tên firotan.
(bnr: xizêmok), (bnr: lîlîstan), (bnr: mahzer), (bnr: belalûk) û (bnr: bîr)


îroj li ser tweetê gotiye; ''eger bîr bi tirkî hatibûya nivîsîn wê ji pêşbazîyên tirkî bi rehetî xelat bi dest bixista û wê gelek deng jî bida. min tercîhek kir. qada edebîyata û çapemenîyê kurdî dilê min sar kiribe û moral-motîvasyona min li erdê xistibe jî dîsa ez ê bi kurdî binivîsim û dinivîsim.''

lê pirtûka camêr di Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya 2018an de di cureya romanê de bû yekemîn. yanê lijneyeke edebiyata kurdî ev pirtûk wek baştirîn pirtûka salê bijartiye.
hîn çi dixwaze tênegêhiştim. bi romana xwe minneta çi ji kê dike? ji bo ku ne bi tirkî bes bi kurdî nivisîye divê her kurdek wî di ser pişta xwe de bigerîne? hemî nûçegihan, rexnegir, weşangêr, romanûs bîlîmûm hemî kurdînûs û kurdîemel di heftîyê de deh roj wesf û pesnên romana wî bidin? bi rastî min fêm nekir ev forta çi ye?
wextekî firat cewerî jî digot min bo vî gelî niza çi quzê kerê kiriye lê pirtûkxaneya mala min ji pirtûkxaneya vî bajarî mezintir e, ê? yanê çi? ger hûn bi barê hezar keran jî tiştinan binivîsin jî ev zîhniyeta we ya kirêt dê rê li ber egoya we ya ku tatmînnebûyî tatmîn neke.

min pirtûka camêr nexwendiye loma nikarim derbarê romanê de rexneyan lê bînim lê bi qasî dizanim camêr ji şefeqê heya nîvê şevê di ser sosyal medyayê de lotikan diavêje. çi îşê rewşenbîr, entelektuel, şair û nivîskaran li ser sosyal medyayê heye? ka bêjin kîja nivîskarê tirk ê serkeftî mîna ergenên lîseyê mejîyê xwe di ser sosyal medayayê de kizirandiye û ketiye li pey nîqaşên erzan, polemîkên genî û gûftûgoyên bêhnpêketî? te kîj wext xwend, te kîj wext lê sor bûy, te kîj wext ji şevan heya sibehan heşê xwe bi pêşdebirina mejî, fikr û ramanên xwe êşand û piştî vê pêvajoya giran kitêba xwe nivîsand?
ca li vê gotinê binêrin 'min tercihek kir' çepik çepik çepik!!!
hama hawara min bigihênin jûrîya xelata nobelê bila xelata nobelê ya 2018an ji Olga Tokarczukê bigirin û demildest bidin cenabî nûdem yan na bi şeref nûdem beg êdî nikaribe berhemên wisa serkeftî binivîse, çimkî zaten morala wî bozik e:(



14.01.2020 14:55 ~14:58 | ferhenga şikestî