Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qisma herî zor ya hîn bûna zimanê kurmancî] de;

2. ji bo ku meriv karibe bêje ez filan zimanî baş dizanim divê bi ser 5 pîvanan ve be
1- fêmkirin
2-axaftin
3-xwendin
4-nivîsandin
5- fikirîn
ji bo zimanê kurdî -cihekî taybet î kurdî heye, çimkî bi salan qedexe bûye, ji ber vê yekê di warê hînbûnê de gelek zehmetiyên dîtir rû dane- meriv dikare bêje ya herî zehmet fikirîn e.
zimanê entelektuel ê xelkê bi zimanê biyanî ye. ji bo bakur em bêjin tirkî ye. tu dest bi dibistanê dikî û heya zankoyê xelas dikî her tiştî bi zimanê tirkî fêr dibî lê bi zimanê kurdî bi tenê di nava heval an malbata xwe de bi kar tînî, ew jî tiştên rojane ne.
îro roj hama bêje hemî kurd ji peyvên kurdî fêm dikin lê nizanin bixwînin û binivîsin. çimkî di dibistanê de fêr nebûne. em bêjin ku dixwazin fêr bin; cara ewil fêrî xwendinê dibin, ew rehet e, çimkî zimanê ku fêr dibin ne zimanekî bîyanî ye, ji binhişê xwe dermale dibin loma meriv pirr zû fêrî xwendinê dibe, piştî demekê meriv ne bi qasî xwendinê rehettir be jî bi rehetî dikare fêrî nivîsandinê jî bibe. dûre axaftin tê ku fêrbûna axaftinê gelek zehmet e çimkî ji bo ku meriv karibe xweş, fesîh û herikbar biaxife divê karibe bi vî zimanî bifikire jî. yanî em dikarin bêjin axaftin pêbendî fikirînê ye. ji bo ku meriv karibe sedî sed bi kurdî bifikire divê bi salan ked û cehdek biserifîne.
piştî fikirînê axaftin hêsantir dibe lê axaftina bi rêkûpêk ne bi tenê girêdayî fikirînê ye jê şûnde divê meriv dîksîyona kurdî zanibe, çimkî fonetîka zimanê kurdî ji zimanê tirkî pirr cuda ye, mesela hin tirk hene dema fêrî kurdî dibin bi axaftina wan kena merivî tê çimki nikarin ji qirika xwe biaxifin.

wek dawî ez karim bêjim merhaleya zehmettir fikirîn e lê ew jî rêyek e ku axaftinê xweşik dike



10.02.2020 11:26 ~11:29 | ferhenga şikestî