Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kadir şeker] de;

2. Li ser sosyal medyayê ji hêla romantîkên jirastîdûrketî ve kiryara wî tê parastin û bi retorîkên dûrî hiqûqî tên gotin ku bila ceza nexwe..
Çima ceza nexwe? Kêr ji bêrîka xwe derxistiye ltêra li ser dilê zilêm nekiriye? Yanî ev camêr zilamek kuştiye yan ne kuştiye? Belê kuştiye. Belê ev kiryara wî parêziya rewa ( meşru müdafaa) ye? Na! Çimkî yê mirî êrîş li ser kujêr nebiriye, qesta canê wî nekiriye.
Bi kurtasî zilamekî qûnbigû li jina xwe xistiye û ev jî ji camêrîya xwe xwestiye jinikê ji destê mêrik xelas bike lê bi ser neketiye û ew jî jê derb xwariye. Piştre jî ber hestên xwe yên xama û egoya xwe tevgereke Fevrî kiriye û wî ew zilam kuştiye.
Di vir de tu mafê wî tune ye ku rabe yekî bikuje ( qey tu Firat Cewerî yî?)
Û Ez wek pêşniyaz dixwazim bêjim; tu caran nekevin di navbera jin û mêran û tu car xwe nexin nav pevçûn û aloziyan çimkî di dawiyê de her kes xilas dibe lê diya we dike ax û wax.
Heyfa camêr Erê camêrî kiriye, bi saya wî dinya ji mîkrobekî xelas bû lê mixabin hiqûq tiştekî weha ye ku mafê mîkroban jî diparêze



11.02.2020 23:22 | ferhenga şikestî