Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rengawaz] de;

4. Di hemî mînakên jor de peyva rengawaz bi maneya rengîn de hatine karanîn.



20.02.2020 21:16 | ferhenga şikestî

2. peyveke hevdûdanî ye.
peyvên hevdûdanî ji bo zimanekî elzem in. ya rastî meriv bi rêya dariştina peyvan zimanê xwe berfirehtir dike.

meriv bi du rêyan dikare ji reha peyvekê peyvên dîtir saz bike, çê bike.
bi rêya qertefan û bi rêya hevedûdanî...
du cure qertaf hene, pêşqertaf û paşqertaf. wek ji nava wan dîyar e pêşqertaf tê pêşîya reha peyvê, paşqertaf jî paşîya reha peyvê
wek mînak: rengdêr, dilêr, sazkirî, rabûn...hwd
rêya dî ya çêkirina peyvan jî peyvên hevdûdanî ye, em bi tirkî dibêjin birleşik isimler
ev rê gelek pewîst e, çimkî hest, waziyet û tiştên razber ên ku bi rêya hevokên tu karî vedibêjî, tu dikarî bi peyva hevedûdanî bi kurtebirî meselê safî bikî
di zimanê kurdî de piştî salên kovara hawarê gelek peyv bi rêya hevedûdanî hatine dariştin.
yanî tiştê ku inan kiriye ne tiştekî neyênî û xirab e.
wek mînak; çavbirçî, destvala, destdirêjî, pozbilindî, pêşgotin, rengawaz hwd...

peyvên ku piştî dariştina hevdudanî maneyeke nû digirin û ji maneya xwe ya resen dûr dikevin.
em kêm zêde dikarin ji peyvan maneyekê jê derxînin.
reng; celeb, cure, awa, şikil.
awaz; newa, beste, melodî, ritm, selîqe, şêwe û dengê muzîkê yan stranê.
ji ber ku hem hevokên kitêba inan eroglu ne li ber destê min in ez nikarim texmîneke êmin bêjim. lê muhtemel ew e ku xwestiye bêje rengê awaza wî,



20.02.2020 14:10 | ferhenga şikestî