Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kuştina hevûdin] de;

2. gundekî li rex gundê kalê min heye, navê wî bindan e. ji vir bîst-bîst û pênç sal berê du malbat li hev ketin, her du malbat jî pismamên hevudu bûn, çend kuştî, çend girtî... piştî vê karesatê du malbat koç kirin, ez koç dibêjim lê ya rastî teqrîben 5 km dûr çûn û gundekî piçûk ji xwe re ava kirin.
di gundê bindanê de ji vir teqrîben pênç yan şeş sal berê şivanek AJALÊN XWE diçêrandin. di vê kêliyê de apê şivên bi erebeya xwe ji bajêr tê, dibîne ku du çêlek ketine zeviyê wî û kayên ku ji hilçinandina sergeniman mayî dixwin. (binêrîn ne ku genimên hilneçinandî dixwin ha, ka dixwin ka) ji erebeya xwe pêya dibe û gule lê dirêşîne, di vê kêliyê de kurê şivên jî li cem bavê xwe ye, xwe dide ber guleyan û dibêje xalo qurban meke (eger ne şaş bim lawik heft salî bû) lê xalê şivên bala xwe nade û di vê kêliyê de kurê şivên î heft salî jî dikuje. yanî ji bo kayê (kîloya kayê wê demê lîrayek jî nebû) dibe kujerê birazî û kurê biraziyê xwe yê heft salî. du kes diçin gorê, ew jî diçe hepsxanê...

niha dema meriv difikire gelo ji bo du sê kîlo kayê çi ket destê te? ji bo du sê kîlo kayê jiyana malbatekê, xewn û xeyalên zarokekî, pêşeroja çend qîz û xortan serûbino kir.
ecêb e, ji vir 50-60 sal berê komandoyên tirkan dihatin gundê kurdan, mêrên wan tazî dikirin, kîrê wan didan destê jina wan û li orte nava gundî digerandin. kesî ji tirsa xwe nediwêrî bigota kirt! lÊ ew ên gundî dema pev biçin hevudu, dikarin ji bo mirîşkekê qira malbatekê bînin.
gelek sedemên wê yên sosyolojîk û tarîxî hene helbet lÊ bila kes êdî li qisûrê nenêre, hîn di destê zarokên şeş salî de jî telefon hene, îroj ro bi rêya înternetê tu dikarî her tiştekî bi dest bixî. dikarî telefonî gîneyê jî bikî, bi rêya sanalê dikarî li kolanên tokyoyê jî bigerî û dikarî hemî cure pirtûk bixwînî, fîlm û rêzefîlman temaşe bikî.
bi ya min di vê serdemê de korfêmman, nezanman, bêferaset û şiûrman wesf û merîfeteke mezin e.(!)



20.02.2020 13:34 ~13:42 | ferhenga şikestî