Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ilber ortaylı] de;

16. di hindek tespîtên ku di derbarê kurdan de dike xweyîheq e.
mesela tê bîra min carekî xwendekarekî kurd jê re gotibû hûn çima ecdadên xwe mezin dikin.
aniha ez difikirim, law çi îşê te pê heye? ecdadê xwe mezin dike ew zane, mezin nake ew zane. çi bi te ketiye? tu li halê xwe binêre. tu ecdadê xwe mezin bike. te çi pê heye?

camêr dibêje kurdên bakur nezan in ji kurdên bakur ji xeynî mehmed emîn bozarslan entelektuel an rewşenbîrek derneketiye. ma derew e? camêr dibêje ew ê ku zimanê xwe nizanibe ji bo wî miletî nikare bibe ramanger û rewşenbîr, ma derew e?

carekî jê re gitobûn tu fêrî ewqas zimanan bûyî lê çima fêrî kurdî nebûyî? gotibû tu pêdîviya min bi kurdî çênebû dê çênebe jî. ji ber van gotinan kurdên me yên ehmeq xwe dîn û har kirin. law kêfa min jê re nayê lê derew e? meriv çima ji dîrokzanekî re bêje tu çima fêrî kurdî nebûyî? ma bi kurdî çend hezar belgeyên dîrokî hene? Kurdî, zimanê fermî yê çend dewletan e? çend berhemên edebî yên mûhîm ên kurdî hene? camêr çima fêr be? li bakur belkî jî ji 25 mîlyon zêdetir kurd hene ji wan ancax 3 hezar kes dikarin kurdî bixwînin-binivîsin. hê ew bixwe fêrî zimanê xwe nebûye lê diçe jê re dibêje tu çima hîn nebûyî.

not: têra xwe îmana min jê diçe!



23.12.2019 01:48 ~12:37 | ferhenga şikestî

12. maarri/72105



15.07.2015 00:12 | ferhenga şikestî