Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim] de;

5. du sal berê min xwendibû lê min fêm nedikir ji ber ku haya min qet ji galîsyaniyan tunebû min digot dibe ku galîsyanî tiştekî xeyalî be û bi zimanekî qerfî û îronîk di bin navê galîsyaniyê de rewşa kurdan tê qalkirin lê paşê fêm kir ku galîsyanî jî netew e û weka me bindest in û ev pirtûk jî werger e*)) wergêra pirtûkê ji aliyê gelek kesan hatiye kirin lewma mariv nikare nirxandinekê giştî bike hin kes xweş wergerandiye mariv pê nahese ku werger e yan na, hin kes jî nexweş wergerandine dengê teqûreqê ji çîrokê tê têde çîrokên pirr balkêş hene û pirr dişibin me. mariv dibêje qey behsa kurdistanê tê kirin hin galîsyanên tirşikçî wek tirşikçiyên me ne ji galisîbûna xwe eciz in û şerm dikin ku bi galîsyanî bipeyivin gava ku bi galîsyanî dipeyivin xwe wek gundî, gava spanyolî dipeyivin jî xwe nûjen û wek bajarî dibinin lê kêfa min hat min gotibû bi xwedê em ne tenê ne*))



24.01.2014 16:44 | ferhenga şikestî