Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tsubasa] de;

9. li ser youtubê hemî beşên vê kartonfîlmê bar kirine

dema hûn pêl li lînka jêr bikin, hûn dikarin ji beşa ewil ve yeko yeko hemî beşên dî temaşe bikin





04.01.2016 21:09 | ferhenga şikestî

8. wan çaxan atarîyeke min a xweşik hebû, wek klavyeyê bû, tiştekî pirr luks bû. li gorî ewê heyamê bidestxistina wê gelek zehmet bû..

îja lîstika vê kartonfîlmê jî hebû, lê hebekî ecêb bû, çawa ku gogbazên vê fîlmê beyî ku meriv hay jê hebe bê ka di kû derê sehayê de ne, dibeziyan, aynî lîstika atariyê ya vê kartonfîlmê jî wilo bû, meriv nikarîbû hemî sehayê bidîta lê dîsa jî xweş bû..

peydakirina vê lîstikê jî gelek zehmet bû, qasêta wê li tu deverê peyda nedibû, qasÊteke hevalê min hebû, dema em diçûn mala wî, me dilîst, carinan bi dêyn qasêta xwe dida û ji min jî ji dêwsa wê çend qasêtên atariyê digirt lê hê du roj jê derbas nedibûn, digot qasêta min bîne, min bêrya wî kirye falan, tê bigota qey bi şev jî digirt paxila xwe û pê re radiket qebrax oxlî qebrax..

pirr hêrs bûm ferhengo!



04.01.2016 20:52 ~21:02 | ferhenga şikestî