Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bilûra min] de;

7. vê helbestê selim akgul dixwîne, pirr pirr xweş dixwîne, dema ji kar derdikevim ango dema ji tirkan û ji civata tirkan derdikevim vê helbestê li malê bi saetan ji dengê vî camêrî guhdarî dikim..

nikarim hestên xwe yên kurdbûnê baştir îfade bikim, qirika min tehl dibe wisa qiriktehliyeke xedar ne derbas dibe ne jî dihêle ku têde ji êşê bimirim, zêde hej ji ajitasyon û dramatîzasyonê nakim, na bi xwudê tu eleqeya wê bi vê hestên min ên qiriktehl nîn e, jixwe ez qet nizanim mariv çawa bo welêt bêyî ku kelogirî bibe tunebûna wî hîs bike..

evî camêrî ev helbest xweş gotiye, bi dengê xwe yê xurt û dilzîz rehmet li giyana mîr celadet xwendiye, xweş helal be jê re..

di demajoyiya guhdarîkirina ango orgazmbûna vê helbestê de dil dikim welatekî azad, dil dibijînin civateke ne seqet, hêviya bajarên kurmancî mezin dikim, dikim dikim û dibînim ku dengê bilûra mîrê min di tevahiya kurdistanê de tê bihîstin, dixwazim ku hezar km ji tirk û ereb û farisan dûr bim, dixwazim di navbera welatê me û wan de betonên ji surhên amedê zeximtir, bilindtir û stûrtir hebin, dixwazim kes eleqeya me neke, dixwazim ala rengîn di hemî lûtkeyên welêt de pêl bide, dixwazim di welatekî azad de arjen ariyên me yên nû yên dilpak, mejîzêr derkevin li ser dikê û ji bo milyonan re bibêjin;

li hezê digerim

di dilê welatekî de li vî diyarî

min ji welatekî hez kir, hinekî ji j' vî bajarî

û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..

dixwazim gerilayan werin nava bajaran, hej ji keçikan bikin, hej ji xortan bikin, bi wan re çay vexwim, cixareyê bikşînim, dixwazim.. dema ev camêr vê helbestê dixwîne di ûtopîstana xwe de li benda mirina xwe bisekinim...

lê dizanim nabe, wê qet jî nebe..

û huş bin! wa ye pêjna lingên mêrxasan tê..



Here lînkê



09.09.2015 00:42 ~00:43 | ferhenga şikestî