Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [youtube] de;

11. ji ber meseleya premîumê êdî di vîdeoyên kurt de jî deh caran reklaman derdixînin. êdî meriv hew debar dike ku tiştekî temaşe bike



30.11.2019 01:18 | ferhenga şikestî

3. malpera vîdyoyan e. di serî de belayê stranbêjan bûn piştre çawa ku bû populer hîn bû nanê wan. qîmeta cd û band nema. êdî çi qas pêşve çû naveroka xwe jî ewqas guherand ne tenê muzîk her weha fîlm, belgefîlm, tiştên zanîstî, qeşmerên ber derî hwd... pirr însan jî bi saya youtubê bû navdar wek mînak " psy û justin bieber"

ez jî pirr sûd jê werdigrim her çiqas dezenformasyon zêde bibe jî gava ku mariv baldar be bi kêr tê. . klîşeyek heye ku ez kêngî stranekî vekim meraq dikim û şîroveyên ku di bin stranê de ye dixwînim lê yek du heb dixwînim ji youtubê sar dibim eyn dilê mariv digere mesela gava tu di derheqê çêkirina xwarinekî de vîdyoyek vedikî digel ku têkiliya siyaset û xwarinê bi hev tune ye dîsa jî tijî dijmîn nifir û nizanim çi ne tu dinêrî ku faşîst û ehmeqên tirk tije dijmîn barandine welhesil tama tiştekî tune ye



10.12.2013 01:45 | ferhenga şikestî