Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hestiyê parsûyê adem] de;

8. ez ê niha, vê kêliyê meseleya têkiliya apo û parsûyê adêm rave bikim.

dema ku apo di derbarê têkiliya jin û dînê de ramanên xwe bi lêv dikir, piçek jî ji vê çewtiyê mînak dida (ez ne şaş bim di pirtûka xwe ya 'gerçeğin dili gerçeğin eylemi' de behsa vê meseleyê kiriye. min ji bela ku 7 sal berê falan xwendibû dibe ku pirtûk şaş jî be lê min xwend baş tê bîra min)

hevoka wî kêm zêde wisa bû " dibêjin ku di quranê de hatiye nivîsin, hawa ji hestiyê parsûyê hatiye afirandin, dema min bihîst min xwe bi xwe got ku dîn li ser jinan gelek neheqî dike" falan...

piştî ku apo wisa got, apoîstên me wek ayeteke pîroz gotina hanê pejirandin û bêyî lêkolîn, gêrîn û lêgerinê weka ku heqîqî be di hemû qadên jiyanê de anîn zimên, di rastiyê de piçek maqul bana divê zehmeteke piçûk bidana dest û çavên xwe û ayeteke wisa heye yan jî tune ye bigeriyana lê tu ji kê re dibêjî? heke apo gotibe sedî sed rast e lewma jî hewce nake(!)



çi qas rast çi qas derew e nizanim lê tê gotin ku piştî salên dûvûdirêj apo gotina xwe paşve girtiye lê apoîstên me hay ji wî jî nîn in lewma ew hê jî li gor daxuyaniyên apoyî yên bîst sal berê tevdigerin



25.06.2014 14:12 | ferhenga şikestî

6. rojekê, evdillah beg dereweke qerrase ji cihekî xwe avêt, û hin apociyên ehmeq û nezan û bêhêş, bêyî gêrîn û lêgerinê baweriya xwe pê bi vê derewê anîn û niha jî bê şerm û fedî diçirrîninnn.. bi xwedê hûn guneh in, hele ji min re ayeta hanê li vir binivîse, ez ê ji te re zebeşek bişînim, an na li xwe mikur were û bêje qûn li min çirriya..



25.06.2014 11:56 | ferhenga şikestî