Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurd çima xwe nezan dibînin] de;

8. beriya ku ev pirs an jî pirsgirêk bê bersivandin, divê beriya her tiştê sedem bên rêzkirin.. ji bela ku mamosteyê min beşîkçî ye ez hama bibêje her car rê û rêbazên wî yên ku ji xwe re kiriye edet û helwest, diceribînim ez jî wekî cenabê wî di rêya wî ya ku hilbijartiye û gotiye ev yek rêbaza zanîstiyê ye dimeşim...

kurd nezanin an na? kurd li gor kîjan pîvan û qirîteran nezan in? ku kurd ne nezan bim nexwe çima xwe nezan dibînin? û çima wisa bûye? ev yek teybetmendiya kurdan e yan na??

ji mêj ve ye ku dinê di destê wan kesên ku zanînê girtine destên xwe û li gor pêvajo û berjewendiyên xwe bi kar tînin de ne jixwe kesên ku zanînê bi dest bixe ser dikeve ev hem ji bo takekesî wisa ye hem jî bi giştî ji bo hemû civatan wisa ye. dewletên xwînxwar ku niha hemû dewlemendiyên dinê girtine destên xwe, di heman demê de dinihêrî ku dewletên ku li pêş in.. di her awayî de xwendin, perwerdehî, aborî, çandî, spor, wêje, sînema, teknolojî hwd.. ku li gor vê rewşa hanê binêrî tu nikarî bibêjî kurd zana ne.. lê ji ber ku neheqiyê nekim ez ê ji aliyê din jî binêrim. çavkaniya zanînê çi ye? bi tenê tiştên beşerî ne? na ne wisa ye pirr tişt hene ku bi nêrin û ramanên nûjen nayê ravekirin wê demê ravekirinên uhrevî tê li pêş me wek mînak em bibêjin ku hem zanînên beşerî hene hem jî zanînên uhrevî yan jî bi gotinek din metafîzîki. jixwe eyan e ku zanînên fîzîkî, nûjen, beşerî ne di destê kurdan de ye lê di heman wextê de zanînên uhrevî, manewî, metafîzîki jî ne di destê kurdan de ye pirs hêsan e bersiv jî hêsan e ku tu bibêjî ka heyran ji kû dizanî? ger ku civatek bikaribûya zanînên uhrevî bi dest bixe niha di kurdistanê de dîndarên tirk yên derewçîn, bênamûs û dagirker nikaribûn bi kîmyayê civata kurd bileyizin û dezanformasyon pêk bînin dibe ku hin kesên zana hene rast e lê li gor zanebûna xwe rolek çawa lîstine? hama bibêje qe nelîstine hêza dîndar û cemaetên serdest û dagirker di kurdistanê de zêtir in.. ji ber ku mijar belawela nebe ez ê dîsa werim pirsê. gelo kurd xwe nezan dibînin an na?

belê dibînin lê bi çi awayî? ez her gav dibêjim bindest her dem dildarê serdestê xwe ye lewma jî dîzayna jiyana xwe jî bi ya serdestê xwe dike çi qas jî bike dîsa xwe kêm dibîne her ku diçe dişibe kujerê xwe gava ku dizivire û li rastiya xwe dinêre jê re tirş û tehl tê dixwaze ji kirasê xwe yê rastîn rizgar bibe û bikeve kirasek din xwe bixemilîne belê kurd xwe nezan dibîne lê kurd gava ku dibe tirk ji xwe re payeya ronakbîr û rewşenbiriyê dide lê gava ku dibe kurd weka ku ji hesp bikeve û siwarê kerê bibe xwe nezan hîs dike ma hûn nabînin 'hevalên me yên hêja' gava ku bi tirkî dipeyivin dikarin ji hegel û kant bêtir felsefeyê bikin teoriyên ku hê di dinê de nehatiye dîtin û bihîstin ji we re rêz bikin lê dema hûn bibêjin ji kerema xwe re bi kurdî bêje heyra, wê deme ferqa wê/î şivanekî dinênedî namîne wek encam kurd xwe bi tirkî 'aydın' bi kurdî 'gundî' dibîne... sedem jî pirr zelal e bindestî!!



26.01.2014 03:13 | ferhenga şikestî