Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rasteqîn] de;

99. dema ez yekî rexne bikim divê hazir bim, mafê her kesî yê rexneyê heye. bila navê xwe biguherîne, mafê wî heye û jixwe dê were guhertin jî rexneya min ne li ser xwesteka wî ye. loma ji kerema xwe re manîpulasyon çênekin.

gelek caran li ser min jî rexne hatiye lê ji ber rexneyan tu carî min negotiye ezê cehnima we kim! niza hûn ehmeq in û niza çi îşê min di nava zaroyên ku di jiyana rastî de nikarin bi min re rabin û bidin û bistînin,heye. di vir de her kes kurê bavê xwe ya û her kes bi qasî ku zimanê wî digere dikare biştexile bide û bistîne. bila ew heta êvarê bêja ehmeq felan û kes jê re dengê xwe neke? çima? ataturkê kurdan e?

çi qasî ji min têt di van mijaran de dikim ku bê'alîgir bim û bi objektîfî nêzî meseleyan bim. di entrya 93'emin de jê re rexneyek hatiye û camêr ji dêvla ku bersiva wî bide rasterast hemî nivîskarên tirşikê dayiye ber tîrên tûj î neheq! hebekî bi wijdana xwe bipîvin û bêjin



24.04.2016 22:45 ~22:47 | ferhenga şikestî

95. mi go nebêjim nebêjim lê nikarim xwe ragirim, ev nivîskar heta êvarê heqeret û rexneyên kesînedîtî li xelkê dike, carinan dibêje ehmeq carinan dibêje korfêm carinan dibêje nezan û niza çi û ne çi.. lê yek were û egoya wî li rûyê wî bixe cihde mirûza xwe tehl û tirş dike û tavilê dest bi heqeretan dike.. walle xweş bezar e.. hem tu rabe bi egoya xwe ya qerresa xelkê rencîde bike û li bendê be ku kes dengê xwe neke, û hem jî yekî rexneyek bike cira xwe nexweş bike.. te xêr e?

gotiye:

kesê ku di jiyana rastî nikaribe mixatabê min be , li vir li hemberê min curreta çewto mewto axaftinê dibîne wax wax wax.. ma tu xweda yî eyy hz. rasteqîn?

û nanivîse bila nenivîse oxira te ya xêrê be, bes law du roja de carekê em trîpa te ya ku keçkên lîseyî nakin, dikşînin...



24.04.2016 22:31 | ferhenga şikestî

91. nivîskarê ku hay ji hin têgehan nîn e..

wexta meriv samimî û jidil be pêdivî pê pesindayinê nayêne, nefbiçûkî û kubarî jî bi peyvan nabe, ger em van tevgerên dijî hev bidin bÊjingekê tiştÊn jê dinisilin ev e; çi qurretî be çi jî nefspiçûkî be, çi jidilî be çi jî sextekarî be, her tişt di tevgeran de diyar dibin. û tevî ku tu ol û baweriya min nîn e, hewcederiya min jî nîn e, herçî pesn û wesf perdeyên ku kêmasiyên meriv dinixumînin.. wesselam



20.04.2016 20:05 ~20:06 | ferhenga şikestî

89. pirr zÊde nazik, nefsbiçûk, mutevazî û zirav e, qet pesna xwe nade wisa naîf û kubar e ku stûyê meriv jê bike naêşê!



sêyemîn civîna tirşîkvanên mêrsînê/88252



20.04.2016 17:40 | ferhenga şikestî

81. şikir ji wan rojan re, me rûyê wî yê qeşeng jî dît*



02.04.2016 21:27 | ferhenga şikestî

80. dengê gulpagulpa dilê wî tê heta ber guhên min, axx axx ciwaniya min hat bîra min*

xwudÊ xêr ke



28.03.2016 22:54 | ferhenga şikestî

68. nivîskarê ku niza ji çend mehan şûnde vegeriyaye, bi xêr hatiye û de bila neçe loo



07.01.2016 00:02 | ferhenga şikestî

67. yên hînî tirşikê bûne, wexteke şûnda nikarin destên xwe jê bişon, dizanim qet nebe jî di du sê rojan de carekê tu tê li vir camêr..

de vegere loo me bêrya te kirye û tirşik gelek xweş bûye allah wekîl*



08.11.2015 21:09 | ferhenga şikestî

61. (bnr: la helwela)*



16.04.2015 19:21 | ferhenga şikestî

49. nivîskarê ku xuya ye dilê wî hebekî ji tirşikê maye, dil lê dibijînim, ez ku bêsebr û hedan im belam nikarim ji ber dijberiya ku li ber fikrên min tê kirin dev ji tirşikê berdim an xwe lê bixeyîdînim an jî dilê xwe yê kovî jê sar bikim, ez ku tehemûlî li kesên ku bi hêşekî sînorkirî li cîhanê dinihêrîn û bi fereseta xwe ya teng dinyayê şîrove dikin, nakim û ez ku ji mirovan eciz im û ger nevê di rojê de 16 saet û dawiya hefteyê jî 24 saet ji malê dernayêm, hama çay û cixare û tirşika me ya ku me jê re gotiye zarokê me, besî min in, ne şaş bim eyaz yûsif bû digo, heger dinya hemî gul bît gulek tenê besî min e, û heger dinya hemî xefk û dehfik bin an eger dinya hemî xweşî geşî bin dîsa jî tirşik besî me ye ku em ligel wê û pê re fikr û raman û dîtinên xwe yên ku di sersezîm û erdzemînê de bi kêrî kirîna azadiya niştimanekê nayên belav bikin, belkî me nekarîbû cihanê geş bikin lê bes çendek û qurtek me azadî zeft kirin û mafê me ye, heqê me lê heye û jê heye pê de herin û pê re bireşînin..

îja nizanim tu min seh dikî yan na? ez hej ji xwendina entryên te dikem û hej jê dikim ku her daîmî û mayînde bî, ne ku rê li ber xalîbûnê digirim, dilgermî me û jidil dibêjim heke tu bidî li dû bahane û hincetên pûç û vala ger ez nedim dû jî -ji ber ku çûye- li ber bikevim, heyfa vî zemanî, heyfa vî zimanî û heyfa vê mekanê..

ger ez dev ji galagalên destpêkê berdim, bersiva guman û pirsên te ligel min jî hene, min nêt e ku li gorî xwe bibersivînim, de îja gotin ji min, guhdêranîn ji te.

me dil kir ku di vê ferhengê de herkes hebe, û em dikin ku tevî cudahiyên xwe yên ku bi tundî ji hev xêz bûne û veqetiyana di nava xwe de bihewinînin, bila hezar ferhenga şikestî nebin, bila jê yek be, bila ji rasteqînî jî yek be û ji yê dî, yê dî û ya dî.. mesele popûlerbûna gotina ha nîn e, rasteqîniya min û te ye. em kurê/kêça dayîkeke bindest in û peywir û berpirsyariyên me ne ku hîsên me çi tundî bivê jî bi rêya êqil rê li ber bigirin wê hewl bidin ku hemî cihên xwe yên reştarî yên di binê axê de riziyane vejînin, bikin gul û sosin, di vî warî de ez metirsiyên te fêm dikin, bi vê rewşê serwext im lê divê tu jî fêm bikî ku rêya te ya te ji xwe re bijartiye ne tu rê ye..

tu baweriya xwe ji kîja mezheb û olê tînî? nizanim, deîst an ateîst î, nizanim.. şafî yan sunî yan elewî yî? nizanim.. û tu eleqeya min jî jê nîn e, ku te bivê dikarî pîvazeke tûj a dilketiya zazayan e bihebînî yan jî tu tiştek ne hewce ye tu jê re stû biçemînî yan bihebînî.. di vir de mesele ev e ku hemî hîs û hest û ramanên xwe derbiderînî û em jî sûd jê werbigirin, jiyan kurt e çivîk difirin lê nivîs dimîne..

min hê di vê ferhengê de nedîtiye ku di derheqê cihûyan de heqeret hatiye kirin, ku eger bibînim jixwe ez ê wek peywireke moderatoriyê jê bibim, lê di derheqê mislimanan de gelek heqeret hene, dikarim gelek mînak jî bidim, mesela di derheqê mesîhiyan de jî tu heqeret nîn e lê ji bo îslamiyetê gelek hene lê min xwe ji vê rewşê qet eciz nekiriye, herkes jiyana xwe dijî û ji tevger û helwêstên xwe berpirsyar e..

ku em werin li ser meseleya îsraîlê, erê gelek rexne hene li ser dewleta ha, lê ji wê dewletê zêdetir gelek rexne û heqeret li ser dewletên dîn ên misilman û bi taybetî jî ji bo yên ereban hene û min bixwe jî gelek gelek rexne li wan kirine..

em bipîvin û paşê bibêjin çend û heft e, ma ne?

a soxî dîsa tu zanî lê bi a min neçe, ku bicemidî û bi te sar be, dikarî saqoyê min bigirî*



01.04.2015 20:06 ~20:16 | ferhenga şikestî