Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diran] de;

7. Xweşbûn û lihevhatîbûna diranan bi temamî genetîk e. Belê teqez bandora lêhaybûnê heye lê ger genetîka diranên te rizî bin tu çi bikî jî nabe.
Dema diranên min ên zaroktiyê ketin û di şûnê de yên mayî derketin yek jê nehat, yek jê di şûna yê nehatî de hat loma xwar bûbû û yek jê jî pirr piçûk hat. Ez ev dozdeh sêzdeh sal in di rojê de kêmtir sê caran diranên xwe firçe dikim, bena diranan bi kar tînim lê dîsa jî tartar jê kêm nabin, carekî çûm diransaz Min paqij jî kir axirî meheke şûnde dîsa tartar, kevir û zerbûn dest pê kir û dîsa bû mîna berê. Li zankoyê hevalekî min î malê hebû. Min bala xwe da ku ew zilam hîç diranê xwe firçe nake rojekî min go heyfa diranên te ne, rabe firçe bike. çû firçe kir piştre saleke temam dîsa firçe nekir. Ji min re got min di heyata xwe de herî zêde pênc şeş car tenê diranên xwe firçe kirine û hew. Lê ija we diranên lawikî bidîtana. Te digot qey xwedê bi cetvel û pergelan wan diranan saz kirine, heta tu bêjî spî dikir bi qasî quarkekê jî pûç nebûbû.
Min par cihê dirana xwe ya nehatî İmplant kir, yê piçûk bi zîrkonyum mezin kir û ma yê ku cihê şaş de hatî xudê bêje erê meheke paşê jî ezê wî zîrkonyum bikim û xelas. Ha du heb diranên min ên li paş jî ketine tevî ewqas xweyîderketinan



23.11.2019 02:18 ~02:23 | ferhenga şikestî