Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2014 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê] de;

90. civîna ku car caran (wek îşev) bêrî dikim û têm entryên ku bo civînê hatine nivîsin dixwînim..

mikur têm ku di her xwendinê de bi bişirînên ku xweziyên xwe ji bo wê roja xweş tinê, hestdar û hestiyar dibim.. û hilnayêm tirşik, hilnayêm bêbext!



11.01.2015 22:06 | ferhenga şikestî

70. civîna ku ez gelek ji gelektirîn kêfxweş bûm û eger ez li gor nêrina xwe binirxînim dikarim çend tiştan bibêjim;

hinek jê çalak bûn ango bi kurmanciya xwe ya herikbar û fesih mohra xwe li ser civînê bi xemla zêrîn neqişandin di demeke nêz de wê derbasî kaxizên dîrokê yên wêjeya kurdî bên nivîsîn:-)

ez û mazlumozdogan gelek bêdeng bûn çima mazlumozdogan bêdeng bû, nizanim lê ez gava ku nû dikevim civateke cuda û nû, cara ewil pirr napeyivim bi tenê godarî dikim û di kêleka hêşê xwe de qeyd dikim vê yekê wek prensîbeke ji nêzê deh sal e ku pêk tînim û sedemeke din jî ew e ku ez bixwe zaza me û van salên dawî de hînî kurmancî bûme nêzîkê 6 sal e ku bi kurmancî dixwînim û ez li ser kaxizê hînî kurmancî bûme lewma min pirr derfet nedîtiye ku peyvên ku ez hîn bûme pratîze bikim lewma jî kurmanciaxifiya min ji ya xwendin, nivîsandin û têgihîştîna min pirr qelstir e. eger xwedê hez bike û bike nesibê me di civina duyem de ez ê bipeyivim:-)

mijara civînê çawalêhato bû ango mijareke bingehîn nehat axifîn (ji xeynî problematîka geşbûna tirşikê)

bi pirranî bi awayekî qerfî û tije bi henekan derbas bû ez pirr keniyam:-)

mazlumozdogan û gulgenim zû rabûn lê endazer, nan û av û gulgenim jî dereng ketin



22.03.2014 21:24 | ferhenga şikestî

59. temam e ez ê tam di saet diduyan de li wir amede bibim.. bila kes dereng nekeve haa! :-)



21.03.2014 19:14 | ferhenga şikestî

56. bila canik an jî camêrekî xêrxwaz saeta civînê zelal bike da ku ez jî xwe li gor civînê eyar bikim



21.03.2014 18:07 | ferhenga şikestî

51. terasa bajêr li piştî çaran sar dibe lewma ez dibêm qey di saet 14.00ê de bibe baştir dibe



19.03.2014 23:24 | ferhenga şikestî

49. niha dem û cih diyar bû vêca jî em saetê diyar bikin



19.03.2014 23:11 | ferhenga şikestî

45. bi ya min jî divê civîna duyem li stenbolê pêk were, ji ber ku sala dinê li stenbolê me dikarim dîsa beşdar bibim:-)



18.03.2014 00:30 | ferhenga şikestî

43. civîna ku 4 roj maye ku li dar bikeve û hê jî ji xeynî çar kesan kes hesa xwe nake û ez bawer im bi tenê ji çar kesan wê pêk were



18.03.2014 00:22 | ferhenga şikestî

28. qaşo di pazdeh adarê de ez diçûm wanê lê bi xwedê ji bo civînê û dîtina nivîskarên me yên hêja min çûyîna xwe betal kir..

(hevalê min ê ku gazî min kiribû niha nizane ez di pazdeh adarê de naçim li cem wî. min hê jî ji ber tirs û şermê jê re negotiye ez nayêm, ez ê çawa bibêjim nizanim ez ê dereweke derbasdar peyda bikim mecbûr:-)



11.03.2014 01:20 | ferhenga şikestî

17. em ê ji moderator ve tika bikin ku bila beriya civînê peyam jî bişîne

ji nivîskarên me yên hêja tikayek min heye ku bila di newrozê de pirr zîtik û lotikan mavêjin enerjiya xwe ji bo civînê bihêlin:-)



07.03.2014 23:23 | ferhenga şikestî

13. ez bawer im haya brusk56 ji vê mijarê tune ye yan na wî jî erê bikira..

bi ya min heta roja civînê ev mijar rojane bibe da ku hemû nivîskarên ku çalak in bikaribin bixwînin hay ji dema civînê hebin



07.03.2014 01:10 | ferhenga şikestî

8. wê demê em ê bêjin cih teras e lê we dît ku baran dibare xwe biavêjin cafeya dijleyê:-) bi qasî sed metre li hemberê terasê ye



06.03.2014 01:22 | ferhenga şikestî

5. dem guncav e û bi ya min cih ne pirr girîng e hama şînahiyên parqormanê têra xwe baş e, ku wisa bibe masraf jî naçe:-) lê hûn ji min bipirsin roj cafê ango bi navê wê yê nû kent terası bibe wê baştir bibe ji ber ku hem cihekî vekiriye bêhna mariv vedibe hem jî di binê suran de ye hêşê mariv vedibe em bêhtir dikarin bipeyivin gerçî ez ji axaftinê zêdetir ji godarîkirinê hez dikim:-)



05.03.2014 23:49 | ferhenga şikestî