Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [meha remezanê] de;

31. ew ermenên ku demekî rêz li ber rojiya misilmanan digiritin û li derve xwarin nedixwarin ji hêla wan misilmanan ve hatin qetilkirin, kuştin û surginkirin. maşalla giş jî berdela qenciya xwe dîtin

mirovatî ne tenê li gorî berjewendiyên misilmanan e, li dinyayê mîlyar û nîv misilman hene yên dî ne misilman in û ne mecbur in ji halê we fêm bikin, 2 milyar mesihî hene û rojên wan ên taybet hene misilmanên me tu rêz nadin rojên wan ên taybet, tinaz û henekên xwe bi wan dikin lê wexta dibe rojên taybet ên misilmanan tavilê dibêjin divê hûn rêz li me bigirin. hahahha

rojî, nimêj û tewafa kabê, zekat îbadetên misilmanan in, ne yên mirovatiyê ne loma her kes mecbur nîn e pêk bîne, ji bo te xwudê gotiye goştê berazê heram e lê ji bo mesihiyan negotiye heram e, li gorî te dînê rastîn îslam e lê ji bo wî dînê rastîn xaçperestî ye, ger her kes bêje dînê min rast e loma divê her kes rîtuelên min pêk bîne yan na ez qebul nakim wê demê şer û pevçûn kêm nabe.

meha rojiyê xwudê dixwaze îtaeta te test bike, îradeya te test bike, xwudê nabêje tî û birçî be û êrîşî fitariyan bike. ger îmana te ne sist be, îradeya te jî xurt be yekî li ber ziyafet jî çêke divê ne xema te be. lê tiştê ku dikin egoya xwe tatmîn dikin, ji mecburî rojî digirin loma ruyê wan tirş e, bi kaprîs in tehamûlî xelkê nakin, ger hêza wan jî hebe êrîşî xelkê dikin.
li awropayê jî milyonan misilman hene ku rojî digirin, gelo dikarin li derve ji xelkê re bêjin em rojî ne li derve tişt nexwin venexwin? nabêjin. çima? ji ber ku kêmar in hêza wan bes nake yan na di wir de jî êrîş bikirana.



09.06.2017 09:03 | ferhenga şikestî

28. di dinyayê de hezar heb ol û bawerî hene, her roj teqez rojeke pîroz î dînekî cuda ye, de îja misilman çi rêz li ber dînên dî digirin û ji dînên dî jî hêviya rÊzgirtinê dikin? wexta noela mesîhiyan tê tu namîne ji wan re nabêjin, her sal di sersalê de tu haqeret û dijûn namîne ji wan re nabÊjin. lê biqailên me wexta rojên wan Ên pîroz tÊn ji hemî dinyayÊ hêviya rÊz û hurmetê dikin. de na lo?

mirovek dibe rojî negire, ne mecbur e, dikare bixwe vexwe, madem tu dikevî bin tesîrê û nikarî xwe ragirî, îmana te sist e nexwe rojî negire qardaşim. ji ber ku tu rojî yî, tî û birçî yî kes mecbur nîn e kaprîsa te bikşîne.



08.06.2017 09:06 | ferhenga şikestî

26. di vê mehê de ji her deman bêtir fêm, feraset û toleransa misilmanan derdikeve pêş, her sal di vê mehê de di her bajarekî de teqez yek derbê ji misilmanên rojîgirtî dixwe, her sal ev xwe dubare dike.
kabuseke har e meriv nikare li derve bi rehetî tiştekî bixwe vexwe, dibêjin em rojî ne, ÊÊ em çi bikin? heçko ji bo mirovatiyê û ji bo yekîtiya gelan rojiyê digirin û ji ber vê jî dixwazin em li ber çavên wan tiştekî nexwin-venexwin

her kî bixwaze dikare rojî bigire, her kî nexwaze dikare rojî negire, ol û bawerî tiştên şexsî ne, bi tu kesekî dî re pêwendîdar nîn e loma kes nikare li ser baweriya xwe di ser yên dî de tehakûm deyne.



07.06.2017 10:18 ~10:20 | ferhenga şikestî

7. Bû 2 sal e ku ez rojî nagirim, a rast nikarim bigirim... amed gelek germ e, ji tîna mariv dimire jixwe eger tu rojî bî û bi tenê ji bo saetek jî derkevî derve, çû ji te de!

kesên rojî, ji ber germahiyê dernakevin, kesên fitar jî ji ber ku nikarin bi rehetî bixwin û vexwîn dernakevin derve.. lewma jî di meha remezanê de kolanên amedê vala dibin, di her du rewşê de jî mame.. niha li stenbolê me û li derve bi rehetî dikarim cixare di dest de bigerim ji ber ku hama bêje kes rojî nagire... heyfa min ji ciwaniya min tê ku xwedê vê yekê helbet ji min bipirse lê nikarim ma çi bikim



29.06.2014 23:49 | ferhenga şikestî