Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tenêtî] de;

31. şükrü erbaş bû digo; yalnızlık hiç de tanrısal değil, görkemli değil. O yalnızca geçmişle

gelecek, ölümle yaşam arasında kocaman bir karanlık nokta..

erê hin hîs bi tenê kesên ku lê serwext bûne tên pirsîn, ên din galegalên vala ne..

tenêtî ne karxezalek e ne jî aramî û hizurî ye..

dema ku te ne ji bo roj an hefte an mehan, ji bo demeke nedîyar tenê bimînî, wê çaxê tu ye fêm bikî bê ka mirovek çawa dikare di navbera odeyên malê de di saetekê de pazdeh tûr biavêje? mariv çawa dikare çayê deyne ser êgir û bi saetan bi zikekî birçî bi vê çayê vexwe, dema ketî nava nivînan lê xew li te biherime, tu yê fêm bikî heman çay çawa nivê şevê tê germkirin û tê tehmijandin, kekremsî yan tehl, hîç ne girîng e ya girîng; dawiya pakêta te ya cixareyê hatiye yan na?

we qet dengê bêdengiye bihîstiye? yan jî we qet dengê xwe ji ber neaxaftinê ji bîr kiriye? tu yê fêm bikî, dema mariv sê roj tu xeberan nede û di carekê de çawa peyvên wê/ê di qirikê de ziwa dibin û nema derdikevin, peyv ji dengî dixeyide, tu yê fêm bikî lê ne aniha, piştî ku bi rastî jî tenê mayî û êdî silava hevalên te yên salane jî siwarî keştiya fezayê bibe û biçe hey biçe..



06.04.2015 22:32 | ferhenga şikestî

26. tenêtî ne karxezalek e, roviyekî dêqehb e, lavlavkeke zexel, marekî jehrî ye ku bi demê re derbasî laşê te dibe, ji laşî ber bi giyanî dihere ku êdî tu ji nifşa wenda ya demê yî, ger wek têgînî bihesibînî tevliheviya dem û mekanê ye, hew saet hew gav lê bêherikîn, di nava qelebalixên pûç, zêdebûna pêjn û dengên bêwate de terpilîna gavên gêjkî yanê tu li kû binihêrî (heger bibînî) tiştekî beredayî lê jiyanekî bêminet, heqqet kê gotiye minet xerab e?



18.09.2014 01:07 | ferhenga şikestî