Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zanîngeha mêrdîn artukluyê] de;

10. heta aniha niza çend hezar kes ji vê zanîngehê ya ji beşa kurdî destûryar bûne û her sal niza çend sed kes jî destûr jê digirin, heta li vir tu pirsgrêk nîn e, tabloyeke gelek baş e lê belê sînerjiya ku têt qalkirin çi ye? yanî çi sînerjî dane? ji xeynî zêdebûna hejmara kesên ku di çapemeniya sosyal de bi kurdî emel dikin çi feydeke dî ya berbiçav heye?

bazara kurdî di cihê xwe de asê maye di hejmara firotina pirtûkan de tu geşedan û pêşketinekê nîn e hetta li gorî hin weşanxaneyan firotina pirtûkan her ku diçe kêmtir dibe, tîraja kovaran pênç sal berê di çi astê be aniha jî di heman astê ye.

ez fêm nakim, bi tevahî şeş hezarî bêtir kurd -kurdî der û hin sazî û komeleyan jî têde- perwerdeya bi kurdî bûne lê bes tu tevgereke berbiçav nîn e..
gelo bi rastî jî hûn çi dikin?



29.12.2016 13:04 ~13:08 | ferhenga şikestî