Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tarkan] de;

1. stranbêjekî tirk e ku li gor agahiyan ligel nazan oncelê wê albûmek derînin bi meraqeke mezin bendê me

li gor pîvanên mûzîkjeniyê di tirkiyê de di beşa cureya xwe de otorîteyek e li gorî min hê kes negihîştiye qonaxa wî

hem dikare pop bibêje, hem dikare rock, hem dikare îngîlîzî, 'Türk sanat müziği, blues û gelek cureyên dî dikare bibêje û gelek caran jî bi awayekî serkeftî jî kiribûye bibêje. tu car xwe nelewitandiye. carinan dibêjim lê hevalên min li min diheyirin dibêjin tu çawa ji stranên wî hez dikî? ez li xwe mikur bêm ku hevalên min ji mûzîkê fêm nakin. tê bîra min, ez gava şeş salî bûm min bi kelecanî godariya stranên wî dikir ez bûme 24 salî hê jî stranên wî yên kevin û yên nû godarî dikim. gava ku kêfeke ji stranên ciwan haco digirim, heman kêfê jî bi tirkî ji tarkan digirim

bi taybetî jî stranên wî yên 'încî tanem, unut, asla vazgeçemem û ikimizin yerine' stranên hêjatir in li ber dilê min



28.03.2014 17:46 | ferhenga şikestî