Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [queen] de;

3. yek jê koma herî serkeftî ya cîhanê ye..
koma di sala 1970î de li londonê ji aliyê endamên kevn ên koma belavbûyî ya smile'yê( brian may roger taylor û freddie mercury ) ve hatiye avakirin û saleke şûnde jî bi beşdarbûna john deacon'î temam bûye.

di sala 1999ê de di ankêteke bi navê music of the millenium'ê de di dîrokê de duyem koma herî serketî ya dinyayê û strana wan a bohemian rhapsody jî strana herî baş a dinyayê hatine bijartin.

zêdetirî 18 albûm derxistine û bi giştî ji albûmên wan 300 mîlyonî bêtir hatine firotin.

asolîstê komê Freddie Mercury ye, freddie ji ber nexweşiya aıds'ê di sala 1991ê de li londonê dimire û kom hêdî hêdî belav dibe û populerbûna komê vedimire.

têt gotin ku dema kom konsert dida, di vî bajarî de betlaneya fermî dihat ragihandin

not: ji ber astengiya malperan aniha nikarim ji stranên wan çend nimûneyên serketî bidim, ezê dûre edît bikim



06.01.2017 13:35 | ferhenga şikestî