Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehmeq] de;

2. ji bo kesên ku bêyî aqilÊ xwe tevdigerin tê gotin. belÊ rast e, bi ya min jî haqaret e lÊ haqaretbûna vê peyvÊ nayÊ wateya ne-rastbûna vê peyvê. wek mînak gelek peyv û tegeh hene ku di wetaya xwe de heqaretê dihewîne mesele bi ya min heqereta mezintirîn faşizm e ji ber ku faşizm li dijî aqilê ye bi mêjiyeke perwerdebûyî hîn nabe ji bo ku mariv bikaribe faşîst bibe divê hêşÊ xwe ne li gor pîvanên wijdan û zanîstiyê bikarbîne, bi pîvanên hovane, neyarî û bi têgehên manîpulebûyî dikare faşîst bibe. ew jî tê wê wetaya ku tu bi vîn û qaîdeyÊn ku ji rastiyê nisiliyayî nebûyî faşîşt. lê dinê elem dizane ku bahçelî faşîst e, erdogan faşîst e, beton misto faşîst bû hwd... ango bi kurtasî dixwazim bibêjim ku dema mariv pasna yekî/ê jî bide, heqaret jî li yekê/î bike divê rastgo be, gava îtham û hetîket û nirxandinên te bi awayekî objektîv be bi ya min di gotin û bilêvkirinê de tu pirsgrêk nîn e.

kurd her sal diçin amarayê û rojbûna ocalan pîroz dikin. ez bi qasî serê derziyekê jî ji ocalan hez nakim û kes jî ne mecbur e ji yekê/î bi darê zorê hez bike neyse lê ez ji hz. mihamed gelek hez dikim lê 24 salî me lê carekî jî ez neçûme û rojbûna hz. mihemed min pîroz nekiriye ji ber ku ji rîtuelan hez nakim. dema kurd diçin amarayê ez rêz li wan digirim tevî ku dijî vê yekê me dîsa jî mafê min tune ye bibêjim neçin! jixwe pirsgirêk tiştekî din e ku ez bawer im nazim tolhildan bixwe jî ji wan dîmenên ku kurdên me ji herî û axa amarayê xwarine, nerazî ye. jixwe mirov ehmeq nebe nikare ji wê rewşê re bibêje normal e. dema tu herî ji gora hz. mihemed herî bixwî tu ehmeq î, herî ji vê gorê ax bînî bi boneya ku xwe pîroz û tebarek bikî, dîsa jî ji xeynî ehmeqiyê tiştekî din nîn e. xwedê bixwe vê tiştê qedexe kiriye. dema tu herî ji amarayê herî bixwî, ji amarayê bi poşet û bîdonan herî bînî tu dîsa ehmeq î. ji ber ku ev tevger tevgereke aqil û maqulane nîn e. ez nebêm jî bibêm jî rastî tucar naguhere



06.04.2014 14:48 | ferhenga şikestî