8. karekî berredayî ye, ji ber ku di hemî erebeyan de cihê vexwarinÊ standart e û hemî li gorî qutîyên berê hatine dizaynkirin |
|
24.05.2017 14:03 |
ferhenga şikestî
|
3. tê gotin ku, zilamek dixwaze şerbetek çêbike û bifroşe, çiqas rast e nizanim lê li gorî gotegotan zilam hemî malê xwe di rêya vê projeyê de diqedîne, feqet şerbet qet nayê firotan, hevkarê wî radibe vê şerbetê sar dike û di ser şûşeya colayê de 'sar vexwin' dinivîse, piştî vê nivîsê di warê firotinê de digihîje hejmareke bê hempa.. |
|
30.03.2016 23:32 |
ferhenga şikestî
|
2. vexwarina ku wek haşhaş û cixareyê di mirovan de rajêriyekê xerab çêdike ji ber ku di navê de cafeîn heye dema mariv hînî wê bibe zû bi zû nikare dev jê berde. tu feyde wê tune ye ji serî heya binî zirar û xisar e ku beden, laş û tendurîstiyê marivan dixisirîne lê bêmirad gelek xweş e.. di demsala zivistanê de qe dilê mariv naçe bi havînê jî bêyî wê bi şev nabin ango roj naçe ava. ez her roj bi qasî kîloyekê vedixwim nexasim jî di meha remazanê de gava ezan dixwîne yekcarî dadiqultînî ji gewriya xwe hahh tahma ku mariv wê gavê jê digire nayê terifkirin. |
|
11.04.2014 21:11 |
ferhenga şikestî
|