Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ol] de;

15. ev peyv rasterast ji peyva yol'a tirkî ketiye zimanê kurdî,
di zimanê tirkî de berê carûbaran dema peyv bi y'yê dest pê bikira tîpa ewil wenda dibû. ev taybetî di zaravayê ezerîyê de hê jî heye. mînak yıldız- îldiz, yürek-ürek, yüzük-üzük... hwd.
peyva ol jî ji vê mînakê ye.
di zimanê tirkî yê kevn de bi maneya xwe ji dîn'ê zêdetir bi maneya mezhebê de dihat karanîn..

peyva dîn peyveke kevnare ye, li gorî ferhengên etîmolojiyê jî ji zimanên êranîyên ketiye nava zimanê erebî. yanî em dikarin bêjin peyva dîn bixwe ne bi erebî ye.

bo kurdî jî peyveke wek dîn hebe çima peyva olê bi kar tînin ez fêm nakim. ez bawer dikim ew ên ku vê peyvê kar tînin dibêjin qey ol bi kurdî ye dîn bi erebî ye...



30.12.2019 15:22 | ferhenga şikestî