Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ama babacığım] de;

3. rist û rêzikên evê stranê bê hempa ne, ez zûbizû li ber gotinên stranan hestyar û kelogirî nabim lê stranên ku em bêjin nostaljiyê ihtîva dikin, ger xweş hatibin nivîsîn û karibim parçeyeke xwe jê bibînim dike ku min bi girî ve bike.
bavê her kesî ne hunermend e li ser zarê xwe stran binivîse lê li dewsê fotograf hene
ez wexta fotografên diya xwe dibînim ecêb dibim, dibêjim xwezî wan rojan jî wênedankên wilo dijital hebûna an jî telefonên vê serdemê di dema wê de jî hebûna belkî jê ve zêdetir wêne û bîranîn diman li ber destê min.
loma ez pirr zêde zêde wêneyan digirim carinan ji min re dibêjin de bes e lo te ewqas fotografên me digirî! ez ji wan re dibêjim ger bîst sî sal şûnde hûn fotografan ji min bixwazin ezê nedim we, wêga diponijin dibêjin erê walle tu xweş û qenç dikî de çend fotoyên dî jî bigire...
welhasil ji bo kurê fikret ev mîraseke xweş î dramatîk e dibêm qey.



14.06.2017 15:54 | ferhenga şikestî