Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ferhenga şikestî

profîla "ferhenga şikestî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [survivor] de;

13. bernameya ku vê hefteyê dîsa dest pê kiriye..
tc dewleta klîşeyan e, bi her tiştê xwe klîşe ye, mesela her meha remezanê behsa rojiyê dikin, benîşt rojiyê dişkîne yan na? ger em devê xwe gargara bikin rojiya me dişkê yan na? ger li jinikekê binihêrim rojiya min dişkê yan na? welhasil bi her tiştê xwe ev dewlet û welatiyên vê dewletê klîşeyeke mezin e, dibêm qey wek îronî ava bûye..

tiştên li derûdora vê bernameyê de diqewimin jî tev klîşe ne, hin kes erênî dipeyivin dûre kesinan dî tên rexne dikin piştre kesinan dî tên yên ku rexne dikin rexne dikin dûre..... welhasil naqede..

di nava tirkan de gelek populer e, bi qasî ku min seh kiriye di her malê de têt temaşekirin lê di derveyî malê de wek ku kes temaşe nake asdfghjk
lê rastiyek heye ev acunê bêjî her roj qemyonekê pere qezenç dike*



24.01.2017 14:06 | ferhenga şikestî

3. bernameya ku di nexweşxaneyê de di devê her kesî de ye..

ya rebbî! ez dê kêngî ji tirkan xelas bim?

yahû ji siharê heta nîvê şevê bernameyê û acunî didin ber çêr û sixêfan lê dîsa jî bernameyên wî yên bêhnpêketî temaşe dikin û bêrîka necamêr tije dikin.

bi rastî meraq dikim û ji wan kesan dipirsim; gelo hûn ker in?



03.03.2015 22:18 | ferhenga şikestî