Tirşik - Profîl
tirşik-profîla deqlok

profîla "deqlok"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [di îslamê de lêdana jinan] de;

7. tine. ayetA KU ev mijar diborê piranî ji alîyê tefsÎrvanên mêr hatîye wergerandin. ji bo vî ayetên derbarê jinan de gora bÎrûbawerîya xwe wergerandine û xeletekî pir mezin kirine. di islamê de kesek, kesekî din nikare bi lêdanê bide ceza kirin. bi tenê ev raye ji rayedarên dewletê re hatîye nas kirin. peyva ''darebe'' yê ku di ayetê de dibore ji yekan zêde tê wateyên cuda. wek mînak ; hatin cihê kirin, hev berdan, jê dûr ketin, ji xwe dûr xistin wisa wisa. bi esasî jî ku mirov bimantiq fikirî hesan digehê vî encamê ku wergerandina peyva ''darebe'' herî rast ''hatin cihê kirin an jî hev berdan, jê xwe dûr histin'' be. hema em xwe bixine şunda malbatekî û bifikirin ; di navbera me û jina me da pirsgirek heye. ez pêşî diaxivim dabe, em cîyê xwe ji hev cuda dikin dîsa fayde nake. di dawî de ez diçim lêdidim ku bila bê rê. kîjan jin piştê vî demê tê re.



19.12.2013 15:41 | deqlok