Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kevçiyê dil

profîla "kevçiyê dil"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferat im kêferat im] de;

1. helbesta cegerxwîn e, xemgîn bîrhat jî di koma berxwedan de wekî stran xwendiye.



Guj-guj û him-him Ferat im, Ferat...

Xush-xush û xum-xum Ferat im, Ferat...

Ferat im, kêferat im



Kar im, xebat im

Jîn û felat im

Va ye ez hatim

Ji jor ve ez têm

Diçim ber bijêr

Di nav dilê min

Tev gewher û zêr

Ferat im...



Bi him-him ez têm

Bê ser û bê min

Ser derya mezin

Ferat im...



Daxwaza millet

Feratê dijwar

Di ber xwe dibim

Tev gerş û gemar

Ferat im...



Dengê sewîyan

Rengê birçîyan

Ez dengê şivan

Xama xwendevan

Ferat im...



Tev ah û nalîn

Giryan û qêrîn

Bi çelq û lem-lem

Hemî kul û xem

Ferat im...



Diçim pêş bi rist

Wek sitêr û rist

Hemî derd û kul

Dikevim nav dil

Ferat im...



Di dilên xortan

Dikelim herdem

Ber pozê dijmin

Ez xîp û kelem

Ferat im...



Ez xwendevarî

Ezim hişyarî

Dûr û dirêjim

Gavan tavêjim

Ferat im...



Di nav dilan de

Pir xurt û bi tîn

Di nav damarên

Xortanê bûm xwîn

Ferat im...



Di ser hevre têm

Bi çelqîn û guj

Di ber xwe dibim

Dijminê xwînmij

Ferat im, kar im, xebat im

Ez kêferatim

Vaye ez hatim

Ji Kurdistan ve têm

Pir xurt û bi tîn

Ez pêta cerg

Û dilê Cigerxwîn



27.05.2014 02:16 | kevçiyê dil