Tirşik - Profîl
tirşik-profîla kevçiyê dil

profîla "kevçiyê dil"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dario moreno] de;

1. stranbêj û lîstikvanek ji cihuyên ege ye, yanî sefardîm e. li aydınê xwedê daye, li izmîrê mezin bî ye, li stenbol bi krîza dil miriye. navê wî yê nasnamê david arugete ye, wateya dario moreno jî darioyê esmer e*

stranên xwendî yên herî navdar; istanbul'un kızları, deniz ve mehtap, her akşam, canim izmir. tabî ev tenê yên tirkî ne, ji bilî tirkî; fransî, ladînî, îtalyanî stran gotine, di muzîkala don kîşot de, bi jacques brel re wekî sancho panza leyistiye. bi brigitte bardot re film kişandine û hwd.

xwestiye ku wextê bimire li izmîrê were veşartin lê diya wî cinaze li israilê defin kiriye.



31.05.2014 22:36 | kevçiyê dil