Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.04.2016 civîna nivîskarên tirşikê a li stenbolê] de;

133. hevdîtina ku wê her tim di bîra min de be!!



27.03.2019 17:41 | gulêê

121. Axir min ev fêm kir ku di jiyana rasteqîn de tu kes ne wek nivîsên xwe yên tirşikê ye. Tirşik j bo me cîh e ku em bikaribin kesên binhişên xwe de derxînin holê. Jixwe nivîsên me jî ji bo dinyayeke din e (:



18.04.2016 13:01 | gulêê

106. Gulèè va nêzî sê sala por kin e * rûdaw kî ye, bila bavê wî were (:



18.04.2016 00:16 | gulêê

103. dawiyê de ez hatim, ji bo nivîsandina analizan li ser kursiyê xwe yê efespîlsenê rûniştim. cîhê qûna xwe xweşkir û lenûska xwe vekir. dîrok 17.04.2016 ye. beriya analîzên xwe dixwazim qala beriya hevdîtinê bikim. îro roja min ya vekirina pirtûkxane bû lê bextê min ev e ku pir hindik kes hatin û ew jî zû derketin. min jî ji dilê xwe got bila saet bibe nêzî 17:30 ez ê pirtûkxane bigirim û herim leylekê. paşê zengilê lê xist, sê xort hatin. her sê jî ji hev xweşiktir. gotin "kolay gelsin" bi rûyekî ken. min jî got "hoş geldiniz" bi rûyekî kentir. ji dilê xwe digot ev jî ji ku derketin ger heta saet hefta bisekinin ez ê dereng biminîm hevdîtinê filan û xemgîniyekk. çûm ser kompîtirê û li tirşikê peyamên dawî mêzand. piştî nêzî 10-15 deqqeyan, ew xort hatin û xatir xwestin jî got "iyi akşamlar" û derî girtin. çawa derî girtin, dîsa li zengilê xistin. ew ê zerik bû. berçavkê wî şoq didan û got "ben sizi ber yerden taniyor gibiyim" tişteke wisa. min jî got "nerden". got guléé? min got erê got ez ji hozan serhad û yê din jî got ez quşxaneli û mêvanekî wan hebû. ez pir kêfxweş bûm. ketin hundir û min ji wan re çay anî. û sebê destpêkir. mijara yekem ferhenga şikestî û shorbevan bû. ji ber ku tirşik bi peyamên wan tevlîhev bûye. min lenûsk ji çentê derxist me li ser kesayetiya shorbevan û ferhenga şikestî hin texmîn kirin. ji bo shorbevan tenê me got şermok û dilnizm e. lê ji bo ferhenga şikestî qurre, xwerazî, artîst, dengnazik û blabla.. dema ku em ketibûn ser seba shorbevan, ew çûbû leylekê û li benda me bû. min telefonî çiyayê mêrdîn kir, got ez diçim. min got baş e shorbevan li wir e em jî tên. hevalên li ba min beriya min derketin çûn, min jî piştî 10 deqqe dikan girt û ketim ser rêya hevdîtina mezin.

rê zû xelas bû min xwe devê deriyê leylekê dît. Bêhneke kûr kişand û ketim hundir. Xwedaa xwedaa min çi kesên xwîngerm, şekir û şêrîn... welhasil paşê ferhenga şikestî hat, paşê xeteraqirêj paşê jî gumgumok. Piştî demeke jî endezyar hat.

Ferhenga şikestî hin sirên tirşikê ji me re gotin ew di navbera me de. Paşê mijar hat li ser wêjeya kurdî, nivîskarên kurdî,ciwanmerd kulek, jan dost, erol şaybak, bextiyar elî, yıldız çakar,fatma savci û nizamçik nizamçik.

Welhasil ez hebkî qala nivîskarên tirşikê bikim. Divê ji shorbevan dest pê bikim. Shorbevan ku wî shorbevanê di hişê xwe de bikujin û yekî dî biafirînin. Wisa şermok wisa dilnizm. Tu dibe qey ev kezebxwarê wira yekî din e. Nêzî sê -çar saeta tenê temaşe û guhdarî kir. Bi temamî sê hevok gotin jî ji devê wî derneketiye. Yekî qels, dirêj û bi berçavk e. Besî xwe xwînşêrîn e. Yê din jî moderatorê hêja ferhenga şikestîye. Çiqas li ser peyamên xwe yên tirşikê pir qurre xuya bike jî xortekî efendî û zana ye. Têrî xwe xeber da, xwedê wî bihêle newestiya haa. Tam sê saeta xeber da ne got ka çima feqirê shorbevan xeber nade (: qala tirşikê kir filan behvan, şabaş ferhenga şikestî şabaş... nivîskara din jî gêje ye. Me qet nizanîbû ku ê were lê vê hevala torî, por gijik û bi xizme têrî xwe xeber da (:

Yê din jî hozan serhad e. Hevalekî wisa xwîngerm nîn e bawerim. Qet kesên nû xerîb nabîne û wek ku hûn ji zarokatiyê ve hev nas dikin dikeve civatê. Xwedê ji wî jî razî be sergijik û sergijik (: me têrî xwe qala vê nivîskarê kir -ji nivîs û zimanê nivîsên wê por begen dike-. Yê din quşxaneli ye. Ji bidlîsê ye û ew jî besî xwe xwingerm û pelpelî ye. Dema ku ferhenga şikestî û gêje destûr dida vî hevalî jî xeber dida (:

Nivîskarê din jî hevalêçiyayê mêrdîn bû. Ev ji wan nivîskarên ku tenê dixwînin e. Xwedê wî bihêle çiqas xeber da yaew. Ger qasê xeberdayina xwe binivîsanda anha tirşik bûbû birincii (:

Lê bawerim bi xêra vê hevdîtinê ew jî ê dest bi nivîsandinê bike. Ka em ê binêrin .

Yê din jî hevalê gumgumok bû. Hevalê ku wek shorbevan tenê guhdarî û temaşe dikir.

Yê din jî xeteraqirêj e. Destpêke de wek shorbevan û gumgumok bêdeng bimîne jî paşê vebû û kete nav civatê de. Û ev heval ji erol şaybak hez dike.

Yê din jî endezyar e. Dereng hat, cixara xwe pêça, kişand û zû derket. Ew jî xweş dilgerm bû.

Û ez gulêê, ji wan(bnr: jinên por kin).

Ayyy bavoo ez mirim. Destê min diêşe dixwazim rakevim..

Û ev wêne jî ev bes û gelek in .d.d.dd.

Here lînkê

Here lînkê



17.04.2016 23:55 ~2016.04.18 00:56 | gulêê

90. Analîza ku nîvê şevê ê bi şîroveyên

gumgumok

quşxaneli

gêje

ferhenga şikestî

xeteraqirêj

shorbevan

gulêê

çiyayê mêrdîn

hozan serhad

endezyar

Têr û tije bibee (:



17.04.2016 20:13 ~23:57 | gulêê

88. Divê guhê gellek hevalên me zingil lêbixe. Me seba gellek kesan kir di serî de seba sergijikê.



17.04.2016 19:37 | gulêê

81. mêvanên te mêvanên me ne * wan jî bi xwe re bîneee (::



17.04.2016 14:24 | gulêê

79. deng ji quşxaneli dernakeve, me ji bo wî roj guherandibû ger neyê ez ê wî bibînim (:



17.04.2016 14:18 | gulêê

74. applicationek heye nave wê periscope e bawerim. em dikarin civîna xwe ji ser lînkekî ji herkesî re vekin (:



17.04.2016 13:08 | gulêê

71. ger shorbevan neyê, ferhenga şikestîdê bimire



17.04.2016 12:36 ~12:36 | gulêê

64. Nizanim em ê çawa hev naskin lê bawerim tirşikvanek ji çavên tirşikvanekî din fêm dike ku ew jî tirşikvanek e. *)



17.04.2016 10:18 ~10:28 | gulêê

60. Hevdîtina ku sibê saet 17:30an li Leylek Cafe ê were li dar xistin. Hevalên ku zû diçin bila ji xwe re çayekî vexwin û li benda tirsikvanên din bisekinin. Ez ê bi xwe piçkî dereng werim saet 18:30an filan. (bnr: assolistler en son çikar)

Em ê sibê hev bibînin. Muuccuuk (:



16.04.2016 23:44 | gulêê

58. Leylek cafe li Teqsîmê di kolana Küçükparmakkapi ye. No:15 e. *



13.04.2016 21:05 | gulêê

50. Ez wek keça axa dibêm qey mala her kesî li derdora Teqsîme ye *) welhasil em dikarisaetekê bikin 17:30 û li Leylek cafe hev bibînin. Lê ez ê piçkî dereng bimînim ji ber ku dixebitim *)) lê hevalê min çiyayê mêrdîn ê li wir benda hevalan bisekine.



12.04.2016 19:27 | gulêê

46. li gorî min saet ne dereng e ne jî zû ye *



12.04.2016 15:40 | gulêê

44. Ji bo zanayê nezan :

Dîrok eynî ye 17.04.2016

Saet:18:30

Cîh: Devê deriyê pasaja medya kitabevi



12.04.2016 12:09 | gulêê

43. hevdîtina ku jê re 5 roj mane ye.

Dengê dilê min ''guup guupp guupp'' *



12.04.2016 12:06 | gulêê

37. Hevdîtina ku jê re 10 roj maye ye.



07.04.2016 09:15 | gulêê

34. (bnr: roza) mixabin em nikarin biguherînin. Ji bo careke din em ê hev bibînin heyran.



26.03.2016 16:14 | gulêê

30. (bnr: endazyar) ji bo nîv saete jî were, ê xweş be. (bnr: quşxaneli) te jî xebereke xweş da. Yuppie



26.03.2016 01:06 ~01:08 | gulêê

26. Ji bo xwestina hevalekî me dîroka hevdîtinê guherand. Bawerim ev dîrok ji bo her kesî baş e. Hevalên ku niyeta wan heye ku werin bila ji kerema xwe destê xwe rakin.



24.03.2016 21:00 | gulêê

23. Ji dost, jin, mêr, dê, bav, kalik, dapîr, xwişk, birazî, xaltîk, metik, dotmam, pismam û hogirên xwe re bibêjin û em civateke xweş deynin ;))



23.03.2016 23:23 | gulêê


19. Hevdîtina ku em ê 10ê nîsanê, saet 18:30an de devê deriyê (bnr: medya kitabevî)/Teqsîmê hev bibînin û paşê jî biçin çayê filan vexwin. Yên ku dixwazin helbet dikarin vîskî jî vexwin.



23.03.2016 17:28 | gulêê

17. Ji bo hevdîtina Li Stenbolê em dikarin rojeke diyar bikin. Piştî diyarkirinê jî dikarim mijarekî vekim *) Bawerim roja yekşemê yanî lehdê ji bo herkesî baş e.



23.03.2016 01:09 | gulêê

13. Waweylê ev jî çi bû? * min qet tişteke wisa nebihîstiye ger li ba te hebe bi xwe re bîne em jî li tehma wê binêrin.



20.03.2016 14:42 | gulêê

11. Naxwe hevdîtineke eyar bike hevalê Mijdar.



20.03.2016 14:11 | gulêê

9. Ez li Stenbolê me, tişteke wisa hat hişê min û @çiyayêmêrdîn. Lê ger hûn li bajarekî Kurdistanê programeke amade bikin ez ê jî hewl bidim ku werim *



20.03.2016 13:17 ~13:18 | gulêê

6. Çeppik, Şabaş şabaş ji hevalê endazyar re. Erê, em li benda hevalên din in.



20.03.2016 01:33 | gulêê

4. Naxwe divê ji vira dîsa bangî hevalên li Stenbolê bikim. Em dikarin li ser vira mijareke hevdîtinê vekin û xeber bidin hev. Lê pêşî divê ev heval destê xwe rakin *



20.03.2016 00:46 | gulêê

1. Bihar bû lê hebkî serma jî hebû. Ez û hevalê xwe yê ku nicknameyaa wî @çiyayêmêrdînê ye dîsa ji Medya kitabevî derketin û ketin ser rêya Kaçakçayê... mijar vebû, tirşik û tirşikçî bûn. Li ber guhdarîkirina "stranên pir xweş" yên Kaçakçayê me çaya xwe ya tehl vedixwar û me di nav wê mij û dûmana ku wek tenura Xaltîka Xalîsa seba nas û hisiman diikir. Jixwe em wek Entellektûelên Mêrdînê, me çay bê şekir vedixwar. Li ser maseya me jî pirtûka Michel Foucault ya bi navê "Hapishanenin Doğuşu" hebû. Bawer nakim ku hevalê mi ev pirtûk xwendibe lê her tim di destê wî de êdî ev pirtûk kevin bûbû. Ji nişka ve ji min re got;

-Yaw ev çi tirşikçîne, çima festivaleke ku hemû tirşikçî werin ba hev li dar naxin? Min jî got;

-Yaww ma tu nizane? Hemû sîlahşorên klavyeyê xwe ne û qet tiştên wisa nayên bîra wan.



Ji wir bangî koma tirşikçiya dikim û dibêjim, WERIN RÊ an jî rajin pirtûka xwe û werin Kaçakçayê...

Piştî vê bîranîna derew ez dixwazin werim mijara girîng, heval, hogir û eyşê yên ku li Stenbolê ne an jî yên ku dikarin bi tayeraya bavê xwe werin Stenbolê... bila werin û em Tirşik Festa 2016an li dar bixin. Bixwin, sebê bikin, Kurdistanê ava bikin û xera bikin, hendeka bikolin an jî nekolin... Hevalên ku dixwazin-dewlenend dikarin ji kîsê me, ne ji kîsê bavê xwe vîskiyeke vexwin... û birîn.

Festîvaleke mezin nebe jî em dikarin li kantonên Stenbolê wek Roştiya-Cîhê Selman an jî li Kaçakçaya bi nav û deng hev bibînin... û hew!



wek sloganeke komünîstik: TIRŞIKÇIYÊ HEMÛ DINYAYÊ BIGIHÎJIN HEV!

Sponsorên me:

Ji bo pirtûkan ji Medya Kitabevî Kekê Selahaddîn û ji bo çayên "bayatlamîş"Kaçakçay e *)

Spasiyên xwe yên teybet jî ji stranbêje kurd û kurdistanê Halit Bilgiç re dişînin...



Şerm nekin û ji bo programê pirsê xwe ji "kirmizibiber72@gmail.com" bipirsin.



19.03.2016 17:45 ~2016.03.20 16:58 | gulêê