Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aslan asker şvayk] de;

2. Pirtûka ku ji can yayınları derketiye ye. 878 rûpel e. Yanî mirov nikare bi xwe re bigerîne. An jî tu dikarî wek kevirekî bikarbîne, an jî wek balifekî (: celâl Üster ji îngilîzí wergerandiye tirkî. (bnr: wergera wergerê)

Nivîskar jaroslav hašek, qabiliyeta xwe ya Nivîskariyê nîşan daye. Ji felsefe bigirin de heta genetîkê her tişt heye di Pirtûkê de. Şer çawa mirovan xera dike û diguherîne pir baş hatiye nivîsandin. Xwendina Pirtûkê zehmet nîn e wek di remezanê, çaxê fitarê wê îskana yekem ya avê xweş û hêsan diherike. Lê hin caran tu disekine û dibêje wayy bee min qet wisa nedinêrî. Bixwînin û bidin xwendin Hûn qet poşman nabin (:



03.06.2016 16:27 ~16:37 | gulêê

1. Lîstika ku îro min bi hevalekî -qeşeng- re, li bakırköyê / yunus emre sanat merkezi temaşe kiriye. -Aslan asker şvayk- pirtûk ji aliyê jaroslav hašek hatiye nivîsandin û ji aliyê selahattin hilav jî hatiye wergerandin. Lîstik nêzî 70-80 deqqe filan dom dike. Derhênere Lîstikê yunus emre bozdoğan e. Ev roman pirtûka yekem e ku hemberî şerê hatiye nivîsandin. bi Çûyîna Şvayk ya şerê Lîstik-çîrok dest pê dike û bi tiştên ku tên serê feqîrê şvayk, rexneyên pir giran li hemberî sîstemê tên kirin. Lîstikvaniya sermet yeşil ecêb, pir û zêde zêde baş bû. Muzikên ku lê dixistin ji aliyê fatih veli ölmez hatine amade kirin, pir serkeftî bûn.

Di meydana şerê tiştên herî pîs hene, ecêbî ne. Tişteke baş tune ye li meydana şer. Êş heye. Tirs heye. Mirin heye... Lê şvayk van nizane. Ev uniformayê dijminê xwe li xwe dike ku wî fêm bike.

Ew tîratên dawiyê, li meydana şer qet ji bîra min naçin:

Li vir împarator tune ne,

Li vir leşker tune ne,

Li vir darek jî tune ye ji bo darkirinê

Li vir xwedê jî tune ye,

Tenê mirin heye, mirin...



Ez şvayk, şvaykê ehmeq.

Zarokatiya şerê dizanim,

Lê ew di destê me de mezin bû :/



08.05.2016 00:07 ~2016.06.03 16:28 | gulêê