Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê rûsî] de;

1. ру́сский язы́к, Zimanekî Slavîk e û navê alfabeya vî zimanî Jî cyrillic, KRÎLKÎ YE.
Vî zimanî de hin tişt hene ku dişibin kurdî, mînak;
Ger tu bixwazî pirsê bipirse divê tu dengê xwe li gorî vê eyar bikî, mesela он хотет, li gorî dengê te dikarê bê wateya ew dixwaze û dikarê bê wateya ew dixwaze? jî.
û lêkerên jiyîn, zanîn û xwestinê pir dişibin hev. жить (wek jîth tê xwendin, jiyîn e), знать (wek zinat tê xwendin, zanîn e) û хотеть (wek xotit tê xwendin, xwestin e).
ez dizanim/zanim. я знаю (ya zinayu).
Cînavka ji bo kesa duyemîn ya yekjimar jî pir dişibe kurmancî, ты (wek ti tê xwendin) ye.
Û dîsa mîna Kurdî di Rûsi de jî ji bo dema fireh û dema niha tenê yek heye. Dema ku tu dibêjî; что ты делаушь? ev tê wateya what are you doing now û what do you do?.
Lê di Rûsî de copula tune ye.



14.11.2017 19:58 ~20:39 | gulêê