Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sersala 2018an] de;

5. sersala ku min li Moskovayê bi malbateke Rûs re pîroz kir.
û ca rûs serSALÊ ÇAWA PÎroz dikin hebkî qala wê bikim.
Sibeha vê rojê ji bo êvarê tiştik û miştik tên stendin. piranî vexwarin...
Ber bi êvarê re hin xwarinên teybet ên ji bo sersalê tên amade kirin.
Ew salateya ku li tirkiyê jê re dibêjin rus salatası ango êDÎ bûye amerikan salatası li vir ji bo sersalê bi qîmet e û jê re dibêjin aleviya.
û hin tiştên wek şîranî tên amade kirin. (dibêjim şîranî lê divê sererast bikim ku ev tişt piiir piiir şîrîn in.)
Nêzî saet 10an filan bavê malê hat û merasîma dayîna diyariyan destpê kir.
Piştî vê merasîmê em rûniştin maseyê û mê dest bi vexwarina şampanyayê kir.
Ji bo zarokan jî vexwarineke wek şampanya hatibû stendin lê helbet bê alkol.
Sohbet û mihabbet, me dest bi jimarkirina deqqeya kir ku çend deqqe maye ji bo sala nû.
Gotin pênc deqqe maye û em, hemû malbat -kuçik û kitik jî di nav de- hatin ba hev.
Wê kêlîkê TV hat vekirin û kekê Putîn jî sersala me pîroz kir. Saat bû 00.00 û me ji bo saleke xweş qedeh rakirin.
Paşê zarokan got, em ê biçin derve havaîfîşekan filan temaşe bikin. Min go, baş e, ez jî têm.
Em çûn parqa nêzî mala me û bavê zarokan ji tûrikê xwe hin tişt derxistin me ew pêxistin û demeke ew temaşe kirin. Paşê dît ku gellek malbat bi zarokên xwe re derdikevin derve û havaîfîşekan pê dixin û temaşe dikin.



01.01.2018 01:14 | gulêê