1. navê helbesteke arjen arî ye.
Bêdîn im, îman berdayî
hesret û meyl û tenayî
ne şiyar im, ne razayî
li ber çavan tu xuyayî
xewa heyî evînê bir
hesret ji meylê re bû pir
xwe berda dil b'dijminayî.
xwe berda... kûr xwe berda,
ji lêvan xwe berjêr berda;
d'kasa meyger de tenayî...
meyger, ev kas ya çenda ye?
bi navê Bedo te meyê maye
tehm-hesret û reng-sûriyayî?
meyger, meyek din werîne.
hizr û meylê jê derîne,
da bide min tehmeke xwedayî
wê şevê, derengî şevê
berdam meyger, berdam xewê
kase bûn lêvên bedewê.
bedew hizr e bedew meyl e
qeysê wê me j'min re leyl e
evîndar û dil memdayî
şewat ne bes, kizîn ne bes e?
ev şev û meyl û ev kas e
bêdîn im, îman berdayî!...
Helbest: Arjen Arî
|