1. mijara ku ji aliyê tirşikvaneke bi kul û derd hatiye vekirin e.
Erê, min xwest li vir mijareke wiha vekim û dilê xwe li vir rehet bikim.
Ez yanî gulêê, dema ku li programa xwe dinêrim û tiştên ku divê bên kirin tê bîra min bi şeref êş dikeve serê min :/
erê min ev jiyan hilbijart, ev ders û proje û ziman û hê hin tiştên din, gelek hez dikim jî, di vî emrî de evqas bar hebkî giran e yabo.
û ji ber ku nikarim her tiştî bikim nikarim razim an jî gelek dereng dirazim û paşê sibehan nikarim şiyar bibim.
Mesele îro piştî dersa Rûsî çûm pirtûkxane û li wir ji xew ve çûme *
û ez dibêm wext têrî min nake, nizanim çawa bikim û ji xwe ra wext biafirînim. Mesela min êdî xwarin çêkirin ji jiyana xwe derxistiye, tiştên hazir dixwim. Wekî din mirov dikare çi bike?
|