Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [slowly] de;

5. sepana ku êdî bi xêra wê name-hevalên min ên ji welatên cûda cûda hene *

Her çiqas destpêkê da ji peyamên min ên Kurdî ra min bersivên bi Kurdîyeke zelal nestendibin jî îro ji Mêrdîna rengîn bersivek hat û zimanekî û nivîseke gelekî xweş!

Ez gelek bextwar im *



02.12.2019 16:52 | gulêê

3. sepana ku mirov hînî li bendê mayîne dike.
Nameyên ku ji min ra hatine nikarim vekim û bixwînim, mesela dibêje hê rojek maye ku bigihîje cihê te, an jî nizam çend saet.
Di destpêkê da ecêb hatibû, lê paşê mirov tehma wê jî distîne. Te nameya xwe xwend bersiv şand, êdî heya nameya te çû, heta bersiv hat serê te rehet e *



01.12.2019 00:22 ~00:23 | gulêê

1. sepana ku heya min ji bloga xebroşk jê çêbû.

Paşê min got ka ez meyzênim be çi ye.

Yekem tu ji xwe ra hesabekî vedikî, profîLê xwe hazir dike, û zimanên ku tu dizanî, yên ku hîn dibî ji te dipirse. Li gorî van zimanan şexs tên tayma te.
Min li ser taymê du hebên Kurdî zanin, hîn dibin dîtin û ji wan ra name şand.
Divê nameya te herî kêm ji 100 tîpan pêk be, naxwe qebûl nake. Ka ez meyzênin ev kes kî ne *



28.11.2019 15:39 | gulêê