Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li ser twitterê kurdên ku bi tirkî dinivîsin û gotinan diavêjin kurdînûsan] de;

1. kurdên ku hejmara wan ne yek û ne do ye.
piştî tvîta keçikekê ya bi navê sosinê ''kürtçe konuşuyorlar diye bir ahlaka ihtiyaçları olmadıklarını düşünüyorlar..!'' twitter dîsa kete nav hev. Kurdînûsa bela xwe li wan ''ehmeqan'' da, wan ehmeqan dîsa ji xwe ra heval dîtin û weke ku mafdar in berdewam kirin.

Ya herî xerab ji van emheqan hi ji wan dibêjin bila Kurdî tenê ji baş, şêrîn bê bikaranîn. Dibêjin qey bi Kurdî tenê helbest û çîrok tên nivîsandin. Heyra di nav Kurdan da sapix jî, hene kûçik jî hene û haqê wan jî heye ku zimanê xwe bikarbînin. Kurd jî wek hemû zimanan, ne kêm ne zêde.
Berevajî ji ber tunebûna perwerdehîya bi Kurdî divê em Kurd her tiştê xwe bikin Kurdî û wisa bijin.
bêrîya du hefteyan jî kerekê gotibû, çima hûn bi kurdî behsa seksê dikin. digot, bi tirkî û îngilîzî behsa seksê bikin lê bi kurdî nabe..



06.12.2019 17:30 | gulêê