Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gulêê

profîla "gulêê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dil-koçerê] de;

1. navê helbsteke kamiran alî bedirxan e.

û azîzko jî doh covera wê parve kir, gelek kêfa min jê re hat.





Dilkoçerê
çavên te xweş heşîn in
çima bi xem bi şîn in
Dengê te nerm zelal e
Biken` bibêj` menale!
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng

Delala min tu naz î
Dengşîrîn î bi saz î
Bi çavên te dinê geş
Sînga te gul, gulîreş
Rêl ez im, tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng

Tu aheng î b`lûr î
Tu alûs î bi nûr î
Ez dil im tu germî yî
Xurt ez im, tu nermî yî
Rêl ez im, tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng

Ez Gulan im tu gul î
Tu ahengê bilbil î
Ez birîn im, tu derman
Ez Qurban im ez heyran
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng

Deşta dil de ask tu î
Hişê min re bask tu î
çavên te xweş heşîn in
çima bi xem bi şîn in?
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng

Salên te hê ne hejde
Di refê spehiyan de
Dotmîr î, bûyî serek
Xulamê te me bê şek
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng

Tu dotmîr î û mîr î
şehyane yî bi jîr î
Dengê te nerm zelal e
Biken` bibêj menale!
Rêl ez im tu bihn û reng
Dilkoçerê b`nav û deng

Hawar, hejmar 9, 30 îlon 1932



18.02.2020 10:04 | gulêê