Tirşik - Profîl
tirşik-profîla dijber

profîla "dijber"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [oxilme] de;

3. helbet êdî peyveke kurdî ye. belam di etîmolojiya xwe de tirlîesil e ji gotina "(bnr: yoklama) dihê.

bi giştî tîpa "y" ji pêşiya peyvên tirkî dikeve gava dikeve kurdî.

çend mînak:

ol: ku ji peyva yol hatiye û ew jî di çend dîwanên kevin de hatiye bikarhanîn

orxan an organ ku li herêmin wek meletî, dîlok, semsûr û efrînê dihê gotin

belam peyva ku di romana dimdimê de bi du îhtîmalan dikare were pêşberî me.

1. ku "r" û "l" hatibin veguheztin ku di gelek peyvên kurdî de dibe wek: (bnr: pel), (bnr: per)

2. ku ji reh û kokeke dî be.

lê wateya ku mela û ereb şemoyî tê de gotiye ne wek ya gundiyan digot

lê ya mela di wateya şer û cengê de ye

ya erebê şemoyî di wateya bêtar, bela, bobelatê de ye.



16.12.2013 06:30 | dijber